Jinên li Îzmîrê hatin îşkencekirin: Emê dest ji Peymana Stenbolê bernedin 2020-08-08 11:45:04 ÎZMÎR  - Jinên ku li Îzmîrê, li dijî hedef nîşandana Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin û di çalakiyê de ji aliyê polîsan ve hatin îşkencekirin, gotin: “Parastina Peymana Stenbolê, erka dîrokî ya jinane û em dest jê bernedin.” Platforma Jinan a Îzmîrê, li dijî hedef girtina Peymana Stenbolê, xwest pêr li semta Alsancakê meşekê li dar bixe. Lê polîsan meşa jinan asteng kirin. Ligel vê yekê jî jinan dest ji meşa xwe bernedan. Polîsan li ser vê yekê mudaxileyê jinan kiribû, jin îşkence û derp kiribûn û hin jin jî binçav kiribûn. Jinan bi navê Pinar Ûsta ya ku polîsan pora wê kişand û xwestin milê wê bişkînin, têkildarî mudaxile, tundî û îşkenceya polîsan kir. Ûsta, diyar kir ku wan li dijî barîka serdest, barikata jinan avakirin û wiha axivî: “Ji ber vê bi awayekê hişk êrîşî me kirin. Ji bo ku barikata jinan derbas bikin, serî li rêbazên tundiyê dan.” JIN WÊ BARÎKATAN DERBAS BIKIN Usta, da zanîn ku jin, li çar aliyên Tirkiyeyê ji bo parastina Peymana Stenbolê di çalakiyan dene û wiha   got: “Ez helwesta polîsa porê min kişand rexne dikim. Pehîn li parsûyê min dan. Êdî min nekarî nefesê bigirim û bistînim. Mafê me yê li dar xistina çalakiyê û meşê binpê kirin. Bi neheqî îşkence li me kirin. Polîsan bi vê îşkenceyê, hêz dan zilamên tundiyê dikin. Divê em barîketan derbas bikin û heya dawiyê li ber xwe bidin. Çalakiya li Îzmîrê ji bo tevgerên jinan gavek pir girîng bû. Polîsan bi awayekê aşkere îşkence li me kirin. Biryarên AKP’ê yên derbarê Peymana Stenbolê de emê qebûl nekin û wê ji bo me ne derbasdar be.” ‘EM BI HIRSIN’^ Evrîm Çekir jî, da zanîn ku jinan di encama têkoşînek mezin de Peymana Stenbolê qezenc kirin û wiha bertek nîşanî tundiya polîsan da: “Ji ber vê yekê parastina Peymana Stenbolê erka dîrokî ya hemû jinane. Piştî Peymana Stenbolê hat hedefgirtin, jin li tevahiya Tirkiyeyê dest bi çalakiyan kirin. Me jî li Îzmîrê xwest meşekê li dar bixin. Lê polîsan mudaxileyî me kirin û em binçav kirin. Dema xwestin min bixin wesayîta zirxî pehîn li min dan. Destê min paşve kelepçe kirin. Heqaret li me kirin û dijûn ji me re gotin. Li Tirkiyeyê li dijî jinan êrîşên mezin hene. Lê çi dibe bila bibe emê paşve gav ne avêjin. Ligel ablokeya polîsan jî em ji qadê derneketin. Peymana Stenbolê mafê jinê ye û emê xwedî li maf û jiyana xwe derkevin. Li Tirkiyeyê her roj jin tên kuştin. Bi kuştina her jinê re, nefesa jinan tê birîn. Li şûna ku em bi tirs bijîn, em ê xwedî mafê xwe derkevin. Ger em nefes nestînin, divê kesên dixwazin nefesa me bibirîn jî nefesê nestînin. Em evqas bi hirs bûne.” MA / Sevda Aydin