Hevberdevkên HDK’ê: Kilîda demokratîkbûnê şikandina tecrîdê ye 2020-08-08 10:58:36 STENBOL – Hevberdevkên HDK’ê, gotin ku çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û diyar kirin ku nifteya demokratîkbûnê şikandina tecrîdê ye. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, geşedanên li Lîbyayê, operasyona li dijî Heftanînê, Yekitiye neteweyî ya kurd, tecrîda Îmraliyê, rapora CPT’yê ya Îmraliyê, qrîza aborî, şewata daristanên li herêmê, mirina bi guman a leşkeran, girtîgeh, rewşa dawîn a vîrûsa koronayê û Peyman Stenbolê nirxandin. GEŞEDANÊN LI LÎBYAYÊ  Hevberdevk Sedat Şenoglû geşedanên li Lîbyayê nirxand û diyar kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li Lîbyayê “dagirkerî” û “feth e” û derbarê mijarê de ev tişt got: “Tirkiye hewl dide ji petrola Lîbyayê par bigirin. Ji nakokiyên xwe yên bi welatên herêmê sûd werdigire û vê yekê dike. Tirkiye bi ketina qadê re hevsengiya guhert, lê ev tiştekî demî ye. Ji ber bertekên Misr û Rûsyayê hêzên Sarrac ku Tirkiye piştgirî dide wan li bajarên Cûfra û Sîrteyê sekinîn. Tirkiye li Lîbyayê qumareke mezin dilîze. Ji ber vê hewldana xwe di qada navneteweyî de niha pirsgirêkan dijî. Çawa ku li Îdlibê xitimî ye niha li Cûfra û Sîrteyê jî xitimî ye.” ‘OPERASYON NE ÇARESERÎ NE’ Derbarê operasyona derveyî sînor a li hemberî Heftanînê jî Şengoglû ev tişt gotin: “Operasyona Heftanînê berdewama plana çong şikandinê ye. PDK û hin hêzên herêmî jî ji van polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê re bêdeng in. Lê dîrok nîşan dide ku Tirkiye nikare bigihîje xeyalên xwe yên li vir. Operasyonên siyasî ne çareserî ne. Divê mafên demokratîk ên gelê kurd bên nasîn. Gelek desthilatê ku hêzê bi kar anîn çûn. Lê wê di encamê de çareseriyeke demokratîk pêk bê. Tirkiye ji ber ku bêdengiya hêzên navneteweyî zane komkujiyê sivîl li ber çavê dinyayê pêk tîne.” YEKITIYA NETEWEYÎ Şenoglû bal kişand ser hewldanên yekitiya neteweyî ya nav hêzên kurd û ev nirxandin kir: “Di bingeha êşên gelê kurd pêknehatina yekitiya neteweyî heye. Dîroka kurdan bi vê êşê dagirtî ye. Lê mixabin herkes ji dîrokê heman dersî dernaxe. Pirsgirêk bi dûrketina ji berjewendiyên partî û eşîran dikare bê çareserkirin. Gelê kurd yekitiyê qebûl kiriye, lê di nav partiyan de pirsgirêk heye. Divê gel di vê mijarê de partiyan jî bike tevgerê. Ji bo yekitiyê gelek gavên girîng hatin avêtin lê lîstikên li ser kurdan jî gelek in. Vala derxistina van lîstikan biryardariya di yekitiyê de.” QRÎZA ABORÎ KÛR DIBE Di nirxandinên xwe de Şengoglû li ser qrîza aborî jî axivî û wiha doman: “Qrîza aborî bi pêvajolya pandemiyê baş hat xwanêkirin. Hemû sermiyanê welat ji bo pêşeroja xwe yasî û polîtîkayên şer xerc dikin. Pir aşkera ye ku ev desthilat nikare bi qrîza aborî re serî derxe. Sedema qrîzê polîtîkayên neçareserkirina Pirgirêka Kurd. Desthilat di pêvajoya şer de hebûna xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî desthilat “korbûnê” tercîh dike. Ji ber vê roj bi roj dihele û komên biçûk ên sermiyanê êdî li dijî wê helwest nîşan didin.” 101 PORSPÎ Şengolû, derbarê danezana ku 101 porspiyan weşandibûn jî got ku ji bo rewşa welat heyî hişyariyan dane û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku banga porspiyan bersiv bibîne, pêwîst bi rastiya gel a rêxistinkirî heye. Banga Tifaqa Demokrasiyê di bernameyên HDK û HDP’ê de hene. Di heman demê de ev danezana porspiyan piştgiriya têkoşîna demokrasiyê ya HDK û HDP’ê dike.” NÊZIKBÛNA ÎMRALIYÊ Di berdwama nirxandinên xwe de Şenoglû, tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nirxand û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Çareserî û neçareserî bi nêzikbûna Îmraliyê şênber dibe. Tecrîda li Îmraliyê tenê bi gelê kurd re ne bi sînor e. Bang li herkesî kir ku li dijî tecrîdê rawestin. Ocalan di salên 2013-2015’an de nêrînên xwe ragihand derve. Dema şert bên avakirin di zimanê Ocalan de aştî û biratî heye. Civakê jî vê dîtiye. Di pêvajoya çareseriyê de piraniya civakê piştgirî dida pêvajoyê. Divê ev vîna çareseriyê careke din bi civakê re bê gel hev. Heke tecrîd bandor li piraniya civak dike, divê ev tecrîd bê şikandin. Ev jî bi têkoşîna civakê a bi biryara pêkan e.” ‘KILÎDA DEMOKRASIYÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’ Şenoglû, diyar kir ku hemû pirsgirêkên li welat rû didin bi tecrîdê girêdayîne û wiha dewam kir: “Heya ku tecrîda li Îmraliyê çareser nebe, wê demokrasiya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çareser nebe.  Kilida demokrasiyê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Famkirina tecrîda li Îmraliyê, bi nêrîna me ya dîrokî ve girêdayî ye. Gelo Îmralî çawan hat avakirin, bi kîjan komployê ava kirin û bi destên kîjan hêzan hat avakirin? Ji ber vê Îmralî ne tenê cihê çend girtiyane. Ew der girava. Wateya çareserkirina tecrîdê ye. Ev jî tê wateya cihê çareseriyê ye. Ji ber vê ez bang li gelên Tirkiyeyê, kesên demokrat û beşên sosyalîst dikim ku hîn zêdetir bi awayekê xurt pirsgirêka tecrîdê bînin ziman.” RAPORA CPT BI SÎNOR BÛ Şenoglû, da zanîn ku rapora CPT’î ya sala 2019’an a têkildarî Girtîgeha Ewlekariya Bilind Tîpa F a Îmraliyê,  sînordare û wiha got: “Di encamê de CPT’iyê bi awayekê qismî be jî, bêhiqûqiya li Îmraliyê aşkere kir. Lê di rewşa heyî de pir keme. Saziyên mîna CPT’î, saziyên zelalin. Divê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de derbixe holê û zextan li hikumetan bike. Çi li Ewropa û çi jî li Tirkiyeyê, ger gel bikevin nava tevgerê wê encamek baş bê girtin.” TIFAQA CIVAKÎ Şenoglû, rewşa AKP’ê ya di navê de “têkçûyînê” nirxand û wiha pê de çû: “Mûxaleta li dijî desthilatdariyê nabe yek. Ez vê yekê rexne dikim. Hemleya tîfaqa demokratîkbûnê ya HDP’ê, enerjiyeke baş derxist holê û lê divê ev bikeve meriyetê. Vê hemleya HDP’ê rêyek vekir. Divê rêya 3’yemîn a em behsê dikin bi tifaqa civakê bê mezinkirin.” UGURLU: TECRÎD BINGEYA HEMÛ PIRSGIRÊKANE Hevberdeveka HDK’ê Îdîl Ugurlu jî, diyar kir ku sedama hemû pirsgirkên li Tirkiyeyê tên jiyîn tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane û wiha axivî: “Tecrîd li tevahiya welat belav bûye. Bi dawîkirina tecrîdê wê demokrasî jî pêş bikeve.” Ugurlu, bal kişand ser rapora CPT’ê jî û wiha got: “CPT’ê di rapora xwe de jî tecrîda heyî tomar kir. Lê pir kême.” ‘EM BI FERASTA TEKPARÊZ RE RÛ BI RÛ NE’ Ugurlu, anî ziman ku AKP’ê xwest şewba vîrûsa koronayê ji bo xwe veguherîne firsendê û wiha bilêv kir: “Bi vê xwest tabloyekê baş xêz bike. Di vê pêvajoyê de hişyariyên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) li ber çavan nehatin girtin. Dîsa Lijneya Zanist a ku hat avakirin pir kêm ma. Ev jî dide nîşandan em bi feraseteke tekparêz re rû bi rû ne.” TECRÎDA LI GIRTÎGEHAN GIRAN BÛ Ugurlu, da xuyakirin ku di pêvajoya şewbê de binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdetir bûn û wiha rêz kir: “Tecrîd girantir bû. Ev yek bi Qanûna Înfazê re zêdetir bû. Girtiyên siyasî, jinên xwestin parastina xwe ya çewherî ava bikin, ciwan, xwendekar, rojnameger, rewşenbîr û siyasetmedar ji derveyî vê qanûnê hatin hiştin û bi vîrûsê re rû bi rû hatin hiştin. Desthilatdariyê, bi vî awayî girtiyên siyasî carek din ceza kirin.” PEYMANA STENBOLÊ Ugurlu, bal kişan xwe ji  Peymana Stenbolê paşve kişandinê jî û wiha domand: “Desthilatdarî êrîşî hemû destkeftiyan dike. Nîqaşên derbarê Peymana Stenbolê de jî, dewama van êrîşane. Di ser Peymayana Stenbolê re hewl didin hemû destketiyên jinan bikin hedef. Jin wê li dijî polîtîkayên dijminantiya jinan a desthilatdariyê û xwe ji Peymana Stenbolê paşvekişandinê, li ser derê, li her kolanê û li her qadê dê berxwedana xwe mezin bikin.” ‘DESTHILATDARÎ XITIMIYE’ Ugurlu, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Polîtîkayên AKP’ê hem yên hûndir û hem jî yên derveyî welat xitîmîne. Tirkiye li Sûriyeyê, Iraqê û îranê êrîşî kurdan dike. AKP li kurê derê destkeftiyekê kurdan dibîne, dixe hedefe. Niha tehemûlê pergala xweseriya demokratîk a li Sûriyeyê nake. Ji bo ku vê pergalê tune bike, tişta ji destê AKP’ê tê dike. Dîsa li Herêma Kurdistana Federe bi mehane operasyonên eskerî dewam dikin.  Her ku desthilatdarî tengav dibe û dixitime, dest bi şer dike û êrîşî kurdan dike.” TÊKOŞÎNEK HEVPAR Ugurlu, bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên AKP’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî rêveberiyekê krîzê dijî. Her ku diçe ev krîz kurtir dibe. Divê gelên li Tirkiyeyê dijîn, li dijî vê bên gelhev. Divê li dora bernameyeke têkoşîna hevpar bibin yek û bi hevre tevbigerin.”   MA / Nacî Kaya - Erdogan Alayûmat