Merasîma ‘Plaketên Edaletê yên Rêwiyên Xelayan’ hat qedexekirin 2020-08-08 09:59:14 STENBOL - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, wê îro merasîma ‘Plaketên Edaletê yên Rêwiyên Xelayan’ li dar bixista, lê merasîm ji aliyê Qeymeqamtiya Beyoglû ve hat qedexe kirin. Merasîma “Plakeyên Edaletê yên Rêwîyên Xelayan” ji aliyê Qeymeqamtiya Beyoglû ve hat qedexekirin. Înîsiyastîfa Malbatên Pirsûsê wê îro bi boneya 5’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê merasîma “Plakeyên Edaletê yên Rêwîyên Xelayan” li Otela Hîll a Taksîmê li dar bixista û di merasîmê de plaket wê dabûna lêgerînên edaletê.   Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê derbarê qedexeyê de ev daxuyanî da: “Ya ku hatiye qedexekirin, lêgerîna me ya edaletê ye! Qedexekirina mexdûrên komkujiyê ye! Kesên dibêjin di dîroka Tirkiyeyê de komkujî tuneye, yên êrîşî Galatasarayê û bîranînên Pirsûsê dikin, hewl didin parêzerên li edaletê digerin teslîm bigirin û hafizeya heyî jê bibin.    Wê demê em carek din dibêjin; Li Pirsûsê, li ber çavan 33 mirov hatin qetilkirin. Li Enqerê bergirî nehatin girtin û derbarê doza komkujiya Dîlokê de biryara ne şopandinê hat dayîn. Malabatên Sêwazê, Dayikên Şemiyê, malbatên Geziyê û malbatên Roboskî hîna jî lêgerîna xwe ya edaletê dewam dikin. Dîsa cînayetên jinan na rawestin û gotinên dijber ên li dijî LGBTÎ+’yan dewam dikin. Ji ber vê yekê em bêdeng nabin. Ji ber vê emê dest ji daxwaza edaletê bernedin. Biryara qedexekirinê ne meşru ye. Têkoşîna edaletê bi zext û qedexeyan ne pêkane ku bê astengkirin. Em bi van hestan hemû lêgerînvanên edaletê silav dikin. Em vê helwesta xwe bi rêzdarî pêşkêşî raya giştî dikin.”