Li dijî ÇAYKÛR'ê wê li cem hilberîneran be 2020-08-08 09:09:07 ARTVÎN - Kooperatîfa Pêşketina Çandiniyê ya Hopayê ku ji bo pirsgirêkên hilberînerên çayê hel bike zend û bendên xwe badan û li hemberî ÇAYKÛR'ê û sektora taybet, li cem hilberîneran cih digire.  Çavkaniya debarê ya sereke ya Rojhilatê Behra Reş, çayê ye. Lê belê ev demeke hilberînerên çayê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Ligel vê çend roj berê Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan fiyetê çaya ter kir 3 lîre û 27 qurîş. Piştî vî fiyetî hilberîneran bertek nîşan da. Ji ber vê Kooperatîfa Pêşketina Çandiniyê ya Hopayê zend û benda badan. Wê kooperatîf çaya ter ji hilberîneran bikire û bi erzanî bigihîne mezaxêran.    Serokê Kooperatîfa Pêşketina Çandiniyê ya Hopayê Harûn Vayîç, behsa armanca kooperatîfê kir.    Vayîç, diyar kir ku ew çay ji fiyetê hatiye diyarkirin zêdetir dikirin û got: "Armanca me cuda ye. Meclîsek me heye. Hemû endam tevlê dibin. Em hemû biryaran li meclîsê digirin. Desteya rêvebir jî mecbûr e biryara hatiye girtin pêk bîne. Meclîsê di civîna xwe de biryar girt û fiyetê çayê kir 3 lîre û nîv. Heqê çayê çi be em dixwazin ew be."    ‘HILBERÎNERAN MEHKÛMÎ SEKTORA TAYBET DIKIN'   Vayîç, destnîşan kir ku polîtîkaya ÇAYKÛR'ê û pêkanînên wê hilberîneran mehkûmî sektora taybet dike û got, pêkanînên wekî kota û randevû zirareke mezin dide hilberîneran. Vayîç, anî ziman ku piştî paleyiya çayê dest pê bike divê di demeke kurt de biqede û got: "Loma bi pergala randevûyî ya dewletê ne mimkun e çayê biqede. Hilberîner jî mecbûrî sektor ataybet dibin. Heger hilberîner ji donimekê tonek girtibe, nîviyê wê dide dewletê nîviyê din jî dide sektora ataybet. Ji ber vê sektora taybet jî li gor dilê xwe fiyetekî diyar dike. Di Gulanê de fiyet bû 2 lîre û 60 qurîş. Di destê dudoyan de jî bû 2 lîre û 80 qurîş."    PIŞTEVANIYÎ   Vayîç, diyar kir ku li dijî ÇAYKÛR û sektora taybet ew ê li cem hilberîneran bin û got: "Fabrîka, fabrîkeya hilberîneran e. Hilberîner şirîkê kar û zirara vê derê ye."    Vayîç, anî ziman ku li Hopayê fiyetê çayê çi be, li deverên din ê Tirkiyeyê jî bi heman fiyetî didin.    Her wiha Vayîç, bal kişand ser qalîteya çaya ku çêdikin jî û got: "Her kes bi rihetî dikare bikire. Di çayê de madeyeke kîmyewî tuneye."    Vayîç, bilêv kir ku her kes dikare li ser malpera wan a înternetê, bi rêya e-maîlê an jî WhatsApp'ê sparîşê bide.    MA / Tolga Guney