'Heger demildest tevdîr neyên girtin wê pêşî li şewbê neyê girtin' 2020-08-08 09:07:45 ÎZMÎR - Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfu Çamli, destnîşan kir ku piştî pêvajoya "asayîbûnê" li bajêr hejmara pêketiyan zêde bûye û got: "Heger demildest tevdîr neyên girtin wê pêşî li şewbê neyê girtin."  Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Dr. Lutfu Çamli, anî ziman ku piştî pêvajoya "asayîbûnê" li hejmara pketiyan pir zêde bûye û got, heger demildest tevdîr neyên girtin wê pêşî li şewbê neyê girtin.    Çamli, bibîr xist ku di dema pandemiyê de gelek caran ji Wezareta Tenduristiyê xwestine ku daneyan parve bikin lê belê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û got: "Li gorî agahiyên ku ji qadê bi dest me dikevin hejmara pêketiyan gelekî zêde ye. Bi pêvajoya asayîbûnê bîrbiriyeke weku ku rewş pir baş bûye belav kirin. Bi vê bîrbiriyê re civak jî bi rehawetî tev geriya. Piştî daxuyaniyn rayedaran derket holê ku qaydeyên tevdîran baş pêk nehatin. Herî dawî tiştên di dema cejnê de qewimîn bûn cihê fikarên mezin. Li kafeyan, li restoran û plajan hema bibêje mesafe tuneye. Di pêş de wê hejmara pêketiyan zêdetir bibe."    ‘WÊ DIJWARTIR BIBE'    Çamli, anî ziman ku di berbelavbûna şewbê de berpirsiyarî tenê ne ya welatiyan e û got, ê ku vê pêvajoyê bi rê ve dibe û dişopîne, tevdîr girtine yan na û heger girtibin ew tevdîr çi ne, divê hemû bi raya giştî re bên parvekirin. Çamli, bibîr xist ku bi payizê re gelek civînên li qadên vekirî, li qadên girtî hatine kirine û got: "Bi vekirina dibistanan û zêdebûna kar û bar re, dibe ku pêla duyemîn dest pê bike."    Çamli, destnîşan kir ku çi dibe bilaa bibe divê li gor daneyên zanistî tevdîrine nû bên girtin û got: "Nexasim jî li herêmên ku şewb pir belav bûye, divê hin pêkanînên taybet têkevin dewrê. Ji bo vê jî teqez divê dane li ber destê TTB'ê hebin. Werê xuyaye wê gelek tevdîrên di 1'ê Hezîranê de ji holê hatin rakirin wê cardin pêk bên."    ‘DIVÊ HER KES BÊ TESTKIRIN'    Çamli, anî ziman ku vîrus li tevahiya welêt belav bûye û bi taybetî jî li Amed, Mêrdîn, Dîlok, Erzirom, Konya û Enqereyê pir zêde ye û got, teqez divê navendên testê zêde bibin û her kes bê testkirin.