'Ligel şewatan ne tenê darek, hemû mîkroorganîzmayên zindî tune dibin' 2020-08-08 09:07:23 MÊRDÎN - Li herêmê di rojên dawî de her diçe şewitandina daristanan zêde dibe. Endamê Komeleya Hawirdorê ya Mêrdînê Derya Akyol got: "Şewatên ku li vir derdikevin, bandorê li herêmên din jî dike. Li rûyê erdê tenê mirov najîn, di heman demê de mîkroorganîzmayên zindî jî tune dibin.”   Her sal li herêmê ligel destpêkirina operasyonên leşkerî şewitandina daristanan dets pê dike. Qadên ku dişewitin jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên qedexekirin  û bi tu awayî nayê hiştin mudaxile bên kirin. Welatiyên ku bi derfetên herî kêm hewl didin ku agir vemirînin jî tên astengkirin. Li herêmê heta niha bi dehan dar û daristan şewitîne û zirareke mezin gihaştiye xwezayê. Endama Komeleya Hawirdorê ya Mêrdînê Derya Akyol têkildarî mijarê axivî.   ‘NE TENÊ DAREK, HEMÛ MÎKROORGANÎZMAYÊN ZINDÎ TUNE DIBIN’   Akyol, anî ziman ku li herêmê tenê dar û daristan nayên şewitandin, di heman demê de xweza bi giştî tê qetilkirin û got: "Em ji vê re tene nabêjin şewatên daristanî. Ji ber ku tenê ne dar, di heman demê de gelek zindî yên ku em çavê xwe dibînin û nabinin jî zirarê dibînin. Ev di rastiyê de yekbûna tevahiya jiyîna zindî û gerdûnê ye. Beşek civaka ekoyê ye ku ji mirovatiyê re hiştiye. Ji ber vê yekê, ne tenê darek, di şewateke daristanan de çûk, ajal, mîkroorganîzayên ku zindî jî bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Em bi awayekî hevpar şewatên daristanan dinirxînîn.”    ‘LÊKOLÎNÊN TÊN KIRIN BI RAYA GIŞTÎ RE NAYÊN PARVE KIRIN’   Akyol da zanîn ku lêkolînên wan û mudexeleyên wan tên astengkirin û got: "Bi gelemperî, li herêma Kurdistanê daristan ji ber sedemên ewlehiyê tên şewitandin. Li vir, ji xebatên me re destûr tune ye û wekî hincet jî ewlehiyê nîşan didin. Destûr nadin ku em arşîvê bigirin. Her wiha, destûr nadin gundên derdorê ku mudaxileyî êgir bikin. Ev jî dibe sedema nakokiyan. Di heman demê de ji me re pêşiya kêmasiya arşîvê vedike. Saziyek heye ew li ser lêkolînan dike. Lê van lêkolînên xwe bi raya giştî re parve nake. Ev pêşiya windakirina arşîv û pêşiya  xebatên ku bên meşandin digire. Ji ber vê yekê, em nikarin şewatên daristanan pir zêde binirxînin û nikarin der barê wê de agahî peyda bikin.”    DIBE SEDEMA KÊMBÛNA ÇAVKANIYA AXÊ Û GUHERTINA AVHEWAYÊ   Akyol, anî ziman ku şewat pêşiya karesateke avhewayî û ekolojîk vedike û got: "Daristana ku li Kurdistanê dişewite, bandorê li avhewaya li her devera cîhanê dike. Erd yekpare ye, hawirdor yekpare ye. Şewatên ku li vir çêdibin, bandorê li herêmên din jî dikin. Ev dibe sedema bêzindîkirin û bêmirovkirinê. Li ser erdê tenê mirov najîn. Di salên 90’î de, gund bi minasebeta ewlehiyê hatin valakirin, lê niha ev şewat dibin sedema hilweşandina çavkaniya çandiniyê. Debara gel ji holê radike. Ew dibin sedema guhertina  avhewayê û di rastiyê de jî çavkaniya axê kêm dikin. Wekî ku em dibînin, avhewa karesatek ekolojîk e. Şewatên daristanan jî yek ji wan bûyeran e ku dibe sedema vê yekê.”    ‘DARISTAN NEFESA ME YE’   Akyol got: "Ev ne tenê berpirsyariya çalakvanên hawrirdorê, an jî saziyên wan e. Ew erk û berpirsiyariya her kesî ye. Em dibêjin ku sazî ji kontrolkirin û lêkolînkirina şewatê berpirsiyar in. Beriya bûyerên ku dibin sedema şewatê bi rastî hewce ne ku bêne girtin. Ji ber ku agir gelek zû belav dibe. Zêdetirî hêza mirovan e, loma temirandina wê jî zehmet e. Her wiha daristan tenê ne darek e jî. Daristan qadên jiyanê ne. Di heman demê de daristan nefesa me ye. Li ku darek bê birîn an jî şewitandin, divê em deng bidin wir. Ev jî berpirsyariya me ya mirovahiyê ye.”    MA / Zeynep Durgut