Li Amedê rewşa Covîd-19'ê 2020-08-08 09:07:03 AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, anî ziman ku li bajêr li nexweşxaneyên dewletê cih nemaye û got, di pêş de wê hejmara pêketaiyan zêdetir bibe.    Her diçe hejmara pêketiyên Covîd-19'ê zêde dibin. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, rewşa li Amedê nirxand.    ‘LI NEXWEŞXANEYÊN DEWLETÊ CIH NEMAYE'    Tûran, destnîşan kir ku li nexweşxaneyên dewletê yên li bajêr cih nemaye. Tûran, diyar kir ku nexasim jî liv û tevgera di Cejna Qurbanê de çêbû, çend roj şûnde wê bandora xwe bide der. Tûran, bilêv kir ku li Amedê nexweşxaneyên dewletê tije bûne û got, di ser 600'î re nexweşên tên tedawîkirin hene û ji vana nêzî 100 heb jê jî li beşa awarte tên tedawîkirin.    ‘NEXWEŞAN DIŞÎNIN MALÊ'    Tûran, bilêv kir ku di demên dawî de kesên testa wan pozîtîf dertê wan dişînin malên wan û got: "Hin nexweşan dişînin malê, bi dermanan tên tedawîkirin. Dû re gava nexweşîn dijwar bibe mecbûr wan li nexweşxaneyê didin arzandin. Ji ber ku li nexweşxaneyê cih tuneye, nexweşên divên li nexweşxaneyan bimînin jî dermanan didin wan û wan dişînin malên wan. Gava nexweş li malê beî xetereya belavbûna şewbê jî zêde dibe."    Tûran, diyar kir ku Covîd-19'ê bi rêya dilopikan û bi rêya temasê zûtir belav dibe û got, kesê testa wî pozîtîf derkeve bi kesên din ên li malê jî dixe. Tûran got: "Li herêmê malbat qelebalix in. Ev yek jî nîşan dide ku wê pir belav bibe. Li van deran ne mimkun e ku vîrûs belav nebe. Beriya 1'ê Hezîranê li Amedê hejmara pêketiyan kêm bû. Hejmara pêketiyan di navbera 60-100 kesî de bû. Lê piştî 1'ê Hezîranê pir zêde bû."    ‘DIBE KU ZÊDETIR BIBE'    Tûran, anî ziman ku di Cejna Remezanê de qedexeya derketina derve hebû, lê belê dîsa liv û tevgerek hebû û ev liv û tevger di Cejna Qurbanê de zêdetir bûye û got: "Digotin 'Corona daketiye peravê.' Di vê cejnê de hin kes vegeriyan malên xwe. Her wiha ên ber bi rojavayê welêt çûn jî hebûn. Wexta mirov li ser van tiştan hemûyan disekine, 20 roj şûnde wê dema qupketinê ya vîrûsê biqede û dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe."    Tûran, anî ziman ku daxwaza wan ew e ku maske û amûrên paqijiyê yên şexsî bêheq bên belavkirin û hejmara testan pir bê zêdekirin.