ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-08 09:00:16 * Kooperatîfa Pêşketina Çandiniyê ya Hopayê ku ji bo pirsgirêkên hilberînerên çayê hel bike zend û bendên xwe badan û li hemberî ÇAYKÛR'ê û sektora taybet, li cem hilberîneran cih digire.  * Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfu Çamli, destnîşan kir ku piştî pêvajoya "asayîbûnê" li bajêr hejmara pêketiyan zêde bûye û got: "Heger demildest tevdîr neyên girtin wê pêşî li şewbê neyê girtin."    * Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, anî ziman ku li bajêr li nexweşxaneyên dewletê cih nemaye û got, di pêş de wê hejmara pêketaiyan zêdetir bibe.    * Li herêmê di rojên dawî de her diçe şewitandina daristanan zêde dibe. Endamê Komeleya Hawirdorê ya Mêrdînê Derya Akyol got: "Şewatên ku li vir derdikevin, bandorê li herêmên din jî dike. Li rûyê erdê tenê mirov najîn, di heman demê de mîkroorganîzmayên zindî jî tune dibin.”     * Dayikên Şemiyê, wê di heftiya 803'yemîn de çalakiya xwe ya bila winda bên dîtin û kujer bên dariznadin li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar bixe. (12.00)   * Xizmenên windayan û ÎHD, Wê di heftiya 600'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" pêk bînin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê di heftiya 436'emîn de çalakiya xwe ya Rûniştina F li ser hesabê xwe yê medya civaka li dar bixe. (13.30)