Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 3 2020-08-07 22:47:13   NAVENDA NÛÇEYAN –  Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa, ragihand ku li herêmê kesek din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye.    Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa, daxuyand ku kesekî 54 salî yê li Til Koçerê ji ber Covîd-19'ê tedawî dibû jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku li herêmê heya niha 3 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û hejmara pêketiyan jî 66 e.