Karkeran, cenazeyê ajokarekî taksiyê dîtin 2018-01-03 13:51:36 EDENE – Li Edeneyê karkeran cenazeyê ajokarê taksiyekê li kêleka rê dîtin.  Li taxa Çîçeklî ya girêdayî navçeya Sariçam a Edeneyê cenazeyê aîdî ajokarek taksiyê li kêleka rê hat dîtin. Serê sibê karkerên çandiniyê ewil otomobîlek rawestiyayî ku şopên xwînê li ser bûn dîtin. 15 metro dûrî taksiyê jî cenazeyê ajokarê taksiyî dîtin. Karkeran agahî da polîs û komên tenduristiyê. Bûyer 30 kîlometro dûrî navenda bajêr pêk hat. Komên tenduristiyê cenazeyê ajokarê mirî rakirin û tespît kirin ku stûyê wî hatiye jêkirin.  Li gorî lêkolîna Amirtiya Buroya Cînayetê ya Miduriyeta Şaxa Asayîşê hat aşkerekirin ku cenaze aîdî Yaşar Ozgan (58) ê ajokarê taksiyê ye. Di lêkolînê de derket holê ku werselê Ozgan bi 15 derbên kêran jî hebûn û di bin guhê rastê de birînek kur jî vebûye.    Polîsan der barê bûyerê de dest bi lêpirsîn kirin.