Di 24 saetên dawî de hezar û 185 kes bi Covîd-19'ê ketine 2020-08-07 21:22:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 185 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 185 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 238 hezar û 450 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 813.