Encamnameya konferansa 'Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin' 2020-08-07 20:05:51       NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Rêvebirina Konferansa ‘Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin’, encamnameya konferansê bi raya giştî re parve kir.   Bi boneya 6'emîn salvegera komkujiya 3'yê Tebaxa 2014'an di 4'ê Tebaxa 2020'an de bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ)  li Şengalê konferanseke berfireh hat lidarxistin. Konferans bi dirûşmeya “Êzidî pêşeroja xwe nîqaş dikin” û bi 250 beşdariya 250 welatiyên êzidî, aliyên siyasî, pêkhateyên Şengalê û mêvanên ji derve û dîsa bi tevlîbûna gelek rewşenbîr û rojnamevanan bi awayekî telekonferansî hat lidarxistin. Komîteya rêvebirina Konferansê encamnameya konferansê bi raya giştî re parve kir.   Encamnameya Konferansa 'Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin' ev e:   "Di serî de nûner û berdevkên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ-YJŞ), qaymeqamê Şengalê Fehed Hamid gelek kesayetî û pêşengên aliyên siyasî yên weke Xal Elî, Dawûd Cindî, Seyîd Mehmûd Erecî, Saîd Betoş tevlî konferansê bûn. Di konferansa ku bi sê qonaxan hatî destgirtin de di qonaxa 1’emîn de bi sernavê ‘Di dîrokê de Êzidî’, di qonaxa duyemîn de ‘fermana dawî û nêzikatiyên siayasî û qanûnî yên li hemberî vê fermanê çi ne’ û di qonaxa sêyemîn de jî ‘Şengal ji aliyê siyasî, îdarî û leşkerî ve heta kû derê’ pêk hatî gihişt encamê. Konferans bi giştî di çarçoveya hatî diyarkirin de gotûbêj hatin kirin û konferans bi awayekî serkeftî bi rêve çû.    Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an xelkê Êzidî yên li Şengalê mayî û li berxwedayî jiyana xwe bi rêxistin kir. Di serî de hêzên xwe yên parastinê YBŞ-YJŞ, Meclîsa Rêveber, Asayîş, sazî û dezgehên xizmetguzariyê, dîsa gelek saziyên civakî yên pêwîst hatin avakirin. Bi giştî îradeyeke serbixwe hatiye avakirin û ev îrade ji aliyê civaka Êzidî ve bi dilsozî hatiye pejirandin û hemêzkirin.   Lê mixabin heta niha ne hikumeta navendî ya Iraqê, ne hikumeta Kurdistanê, ne jî hêz û rêxistinên navdewletî nexwestine vê îradeya serbixwe nas bikin. Lê belê ligel vê jî van aliyan her yek ji aliyê xwe ve dixwazin bazariyê li ser herêmên Êzidiyan û xelkê Êzidî bikin û dest bavêjin nav kar û barên Şengalê. Her yek ji van hêz û aliyên navborî li gorî xwe plan û projeyan ji bo Şengal û xelkê Êzidî û pêkhateyên Şengalê diyar dikin û dixwazin berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê weke beriya sala 2014’an dîsa bidin meşandin.    Yek ji armanca konferansa me ew bû ku vê îradeya serbixwe ku di encama ked, xwîn û hewldanên bêhempa yên şehîd û gelê me de pêk hatiye dawî li van nêzikatiyên desthilatdar û serdestan bîne bû. Ya duyemîn jî ew bû ku vê îradeya serbixwe ku xwe ji xweliya xwe afirandiye, bi israr e ku îradeya xwe ya serbixwe heta dawî biparêze, nêzikatiyên ku sih li ser vê îradeyê çêbike red bike; rewşeke aram ku di serî de Êzidî, hemû pêkhateyên Şengalê bi hev re di nav jiyaneke aştiyane û azad de bijîn, sîstema xwe ya xweser di hemû aliyan de pêşdetir bibin, berfireh bikin û mayînde bikin.  Konferansa me bi dirûşmeya, ‘Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin!’, ‘Îradeya wê ya xweser bê qebûlkirin’ û ‘Bijî pêkvejiyana azad û wekhev a pêkhateyên Şengal û Iraqê’ bi encam bû."