Dadgehê 21 meh ceza li Leyla Bîrlîk birî 2018-01-03 13:49:06 ŞIRNEX - Dadgehê li Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk bi îdîaya “Heqaret li Serokomar kiriye” 21 meh cezayê girtîgehê birî û taloq kir.  3’yemîn danişîna doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Leyla Bîrlîk ya bi îdîaya “Heqeret li Serokomar kiriye” li Dadgeha Cezayê Eslî ya Şirnexê hat dîtin.     CEZA ZÊDE KIR    Bîrlîk û parêzerê xwe başdarî dozê bûn. Şandeya Dadgehê salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Bîrlîk birî. Dadgehê diyar kir ku Bîrlîk bi awayekê vekirî ev sûc kiriye û ji ber vê yekê cezayê girtîgehê derxist salek û 9 mehan. Dadgehê, rewşa Bîrlîk a demên derbas bûyî, civakî û ji bo bandora ceza  li ser neke ceza taloq kir. Parêzerên Bîrlîk ji bo îtîrazê dê serî li Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê bidin.