Karkerê di bin maşîneya kar de ma mir 2020-08-07 18:27:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Aksarayê karkerê fabrîqeyê Mehmet Dag (50), di bin maşîna kar a forkliftê de ma û jiyana xwe ji dest da.      Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Aksarayê karkerê fabrîqeyê Huseyin Dogan, dema maşîna kar forklift mal bar dikir, pê li hevalê xwe Mehmet Dag ê 50 salî kir. Mehmet Dag ê di bin forkliftê de ma, jiyana xwe ji dest da. Heta yekîneyên tenduristiyê hatin cihê kar û Mehmet Dag ji cihê asê maye derxistin, Dag jiyana xwe ji dest da.