Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket 2020-08-07 18:18:50   ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê ji ber sedemek ne diyar agir bi daristanê ket. Agirê 2 roj berê bi daristanê ket didome. Hat diyar kirin ku kes ji bo vemirandinê mudaxile nakin.     Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê 2 roj berê agir bi daristanê ket û şewata daristanê didome. 2 roj berê li Gundê Deşta Lala ya li Çiyayê Gabarê ji ber sedemek ku nayê zanîn agir bi daristanê ket. Şewata daristanê didome. Hat diyar kirin ku kesan heta niha mudaxileyî şewata daristanê nekiriye û agir li herêmê belav dibe.