Balafirên TSK'ê dîsa Şarbajêr bombebaran kir 2020-08-07 15:43:08   SILÊMANÎ - Balafirên şer ên TSK'ê dîsa gundê Famişyan ya dikeve ser herêma Şarbajêr bombebaran kir. Agir bi herêmê ketiye û belav dibe.      Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), îro saet di 13:30’an de du caran gundê Qamiş ya ser bi bajarokê Mawet a ser bi Silêmaniyê bombebaran kirin. Qeymeqamê Navçeya Mawet Kameran Hesen agahî dan û diyar kir ku balafirên Tirkiyeyê herêmê bombebaran kirine û got; “Ji ber bombebaranê agirek mezin bi çiyayê Balose ketiye. Heya niha jî agir nehatiye vemirandin û ev yek gelek zehmete. Tevî hemû hewldanên me yên ji bo rawestandina bombebaranan, diyare ti encamek çênebûye.”