SES'ê îqtîdar hişyar kir: Şewb belav dibe û nexweş zêde dibin 2020-08-07 15:36:52   ENQERE - Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahim Kara, di civîna têkildarî şewba Covid-19 de, hikûmet hişyar kir û got: “Her ku diçe şewb bêtir belav dibe. Hêjmara nexweşan zêde dibe. Sedema vê yekê politîkayên îqtîdarê ye. Divê bi lez hemû tedbîr bên girtin.    Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), têkildarî şewba Covid-19'an li navenda Giştî ya SES'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Serokê Giştî yê SES'ê Îbrahim Kara, li salona berpirsiyariya lêkolîna Kovid-19'ê daxuyanî da. Li salonê pankarta "Berpirsiyarê şewba Covid-19 aqtîdara ku polîtikayên şaş dimeşîne ye." vekirin. Hevserokê Giştî yê SES'ê Kara, di civînê de hikûmet hişyar kir û anî ziman ku berpirsiyarê vê yekê hikûmet e. Kara anî ziman ku li gel xebata sendîkaya wan a zêde, hewldanên TTB'ê û rêxistinên pîşeyî jî hikûmet guh nade wan û bi polîtikayên şaş şewbê bi rêve dibe. Kara xwest hikûmet dest ji vê şaşiyê berde û di şaşiyê de israr neke.      Kara, daxwaz û pêşniyarên xwe rêz kir û wiha got: "Divê hikûmet dane û agahiyên der barê şewbê de zelal û aşkere kom bike û parve bike. Divê hemû xebat li gorî zanistî û pîvanên navneteweyî bên kirin. Divê daneyên têkildarî şewbê aşkere bên parve kirin. Divê ji xeynî karkeriyên mecbûrî dixebitin hemû karkerî û fabrîqeyên kar bên girtin. Li aliyekî bang dikin ku li mal bimînin û li aliyê din ji bo sermayedar qezenç bikin zorê li karkeran dikin ku kar bikin. Divê ev yek bê rastkirin. Divê li gorî pêdiviyê bi awayekî têr test bên kirin. Divê piştî hat tespîtkirin bi awayekî ciddî bê izolekirin.    Piştî 1'ê hezîranê ku pêvajoya asayîbûnê dest pê kir, me anket amade kir û li gorî anketê hêjmara nexweşên şewba Covid-19 ji sedî 51 zêde bûye. Li Nexweşxaneyên Pandemî rêjeya şewbê derketiye ji sedî 65'an.  Ger ku îro şewb hatiye vê astê berpirsiyarê vê yekê polîtîkayên hikûmet û dewletê ye. Şewb belav dibe. Nexweş zêde dibin. Di serdema pêş me de enfeksiyonên grîbal dê pêş bikeve û dê bi xwe re vîrûsê jî belav bike. Her ku nexweşî zêde dibe di xizmeta tenduristiyê de jî pirsgirêk zêde dibin. Ji ber tedbîr zêde nayên girtin mixabin 51 xizmetkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran enfekte bûne.  Li Tirkiye hêjmara xizmetkarên tenduristiyê kêm e. Dema Tirkiye û welatên OECD em bidin ber hev, herî kêm pêdivî bi 75 hezar  bijîşkan heye. Dîsa pêdivî bi 605 hezar hemşireyan heye. Divê xizmetkarên tenduristiyê bên testkirin. Divê hemû kesên zêdeyî 60 salî û nexweşên kronîk destûra wan bê dayîn. Dîsa hemû dayikên ducanî divê destûra malê bê dayîn. Piştî pêvajoya 1'ê Hezîranê pêdiviya malzemeyên parastinê bêtir zêde bûye. Divê bi qasî têr bike malzemeyên parastin û tedbîrê li xizmetkaran bê belav kirin. Divê xizmetkarên bi şewba Covid-19 dikevin wekî qezaya kar rapor bistîne û bê parastin. Divê xizmetkarên tenduristiyê bi dorveker kar û xebatê bikin. Divê destûra salane ya kedkarên tenduristiyê neyê betalkirin. Divê di nava xebatkar û xizmetkarên tenduristiyê de dawî li bê edaletî û newekheviyê bînin.