Maşîna şaredariya ku Qeyûm tayînî wê kirine zarokek kuşt 2020-08-07 14:50:24   ŞIRNEX - Li Navçeya Cizîrê, maşîneya şaredariyê ku qeyûm tayînî wê kirine, li 2 zarokan qeliband û zorekek kuşt.    Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê maşîna şaredariyê ku qeyûm tayînî wê kirine, li 2 zarokan qeliband. Kamyona ku plaqeya wê 73 DR 714 ye, li 2 zarokan qeliband û zarok bi giranî birîndar kirin. Ji ber zarokên birîndar zêde li erdê li heviya ambulansê man, zarokê kur jiyana xwe ji dest da. Zaroka keçik jî bi giranî birîndar bû. Zaroka keç rakirin nexweşxaneya dewletê.