154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin 2020-08-07 14:17:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytextê Beyrûd ya Lubnanê di 4'ê tebaxê de teqînek mezin rû dabû. Di teqînê de heta niha 154 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di 4'ê Tebaxê de li bendergeha paytextê Beyrûd yê Lubnanê  teqînek mezin rûda. Di teqînê de heta niha 154 kesan jiyana xwe ji dest dan û xisareke mezin pêk hat. Wezîrê Tenduristiyê Hamad Hasan diyar kir ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 154 kesî. Fikar heye ku bîlanço girantir bibe, ku hîn jî gelek kes winda ne. Wezîr Hasan, anî ziman ku di bûyerê de nêzî 5 hezar kes birîndar bûne, 20 ji sedî yê birîndaran neçar in li nexweşxaneyê bên dermankirin û rewşa tenduristiyê ya 120 ji wan giran e. Tê gotin ku teqîn li depoyeke ku bi hezaran ton amonyûm nîtrat lê bûn, rû da.