HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin 2020-08-07 14:07:22     AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê têkildarî belavbûna vîrûsa corona (Covît-19) daxuyanî da û xwest gel li dijî belavbûna vîrûsê tedbîrên xwe bigirin.    Rêxistina HDP'ê ya Amedê, têkildarî şewba Covid-19 li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê, Dersim Dag, Remziye Tosun, Semra Guzel û Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik tev li civînê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, anî ziman ku şewba vîrûsa corona li herêmê dîsa zêde bûye û sedema vê yekê polîtîkayên îqtîdara AKP'ê ye. Ceylan, anî ziman ku bi taybetî li Mêrdîn unîteyên venêrtina zêde, tijî bûne û wiha got: "Derket holê ku qeyûmê Mêrdînê xizmeta tu kesî nake. Hemû serwîsê venêrtina zêde tijî bûne. Li nexweşxaneyan cih tune ye. Nexweşan derman nakin û netermankirinê esas digirin. Gelek nexweşan dibin balê. Divê her kes xwe biparêzin."    'GUH NADIN JIYANA MIROVAN'    Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik  jî anî ziman ku dewlet aboriya sermayedaran esas digire û jiyana mirovan esas nagire û wiha got: "Bi taybetî piştî demsala payizê ku şewba gribal enfeksiyon pêş bikeve, de vîrûs zêde belav bibe. Gotin dê nexweşan bê pere derman bikin. Lê piştre kirin bi pere. Hêj pirsgirêka teskê didome. Mirov bi zorê dikarin xwe test bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku tev li bernameyên şîn û şahiyên girseyî nebin. Ji bo mezin û zarokan ev şewb rîskek pir mezin e. Li pêş me payiz heye. Divê gelê me bi xwe tedbîrên xwe bigirin. Divê rêxistinên civakî jî bêtir berpirsiyariyê bidin ser xwe. Divê em bêtir hev hembêz bikin û bên cem hev."     LI AMEDÊ ROJÊ 300 KES BI ŞEWBÊ DIKEVIN   Parlamentera HDP'ê Semra Guzel jî anî ziman ku rayedarên dewletê tedbîran nagirin û ji ber vê yekê lie Amedê rojê testa 300 kesan pozitif derdikeve. Dewlet tedbiran nastîne. Li şûna fabrîqeyan rawestîne karkeran didin xebitandin.