Parêzera Komaleya Rosa îfade da 2020-08-07 13:00:32   AMED - Parêzera Komeleya Jinê ya Rosayê Elîf Îpek Tîrenç, di çarçoveya doza têkildarî Komeleya Jinê ya Rosayê de  îfade da Serdozgeriya Komarê.   Polîsan di 22'yê Gulanê de bi fermana dozger a di çarçoveya doza têkildarî Komeleya Jinê ya Rosayê de endam, rêvebir jî di nav de 28 jin binçav kiribûn û dadgehê 13 jin girtibûn. Parêzera Komeleya Jinê ya Rosayê Elîf Îpek Tîrenç, di çarçoveya doza têkildarî Komeleya Jinê ya Rosayê de îfade da Serdozgeriya Komarê. Elîfê ji ber razandina pera ya ji bo girtiyan û endamtiya Komeleya Jinê ya Rosayê hat sûcdarkirin. Elîf Îpek diyar kir ku ev 3 sal in ew neçûye girtîgehê û loma ne pêkan e ku pere razandibe û anî ziman ew rêvebereke çalak a Komeleya Jinê ya Rosayê ye. Elîf Îpek anî ziman ku ew ê beyana şahidê veşartî jî qebûl nake.   Di îfadeyê de parêzerên Elîfê Gazal Bayram Koluman, Asya Cemre Işık û Asli Pasinli parastin kir. Parêzeran dan zanîn ku muwekîla wan ji bo parastina mafên jinan û derbarê êrîşa li ser jinan roportaj daye ajansên nûçeyan. Parêzeran dan zanîn ku derbarê îdiaya razandina pereyan tu delîl tune ne û xwestin Elîf bê berdan. Piştî Elîf Îpek îfade da hat berdan.