ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne 2020-08-07 12:59:37   EDENE - Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê rapora Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Mereşê aşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku girtî bi zextên derûnî re rû bi rû dimînin û di tercîda giran de tên girtin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, di 21'ê Tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Mereşê lêkolîn kir. Piştî komîsyonê bi girtiyan re hevditin kir rapor amade kir û îro li avahiya komeleyê bi raya giştî re parve kir. ÎHD'ê, di raporê de anî ziman ku dema derbasî girtîgehê bûn, di ketinê de lepik nexistin destê wan û dezenfekte nehat kirin. Komîsyonê anî ziman ku tenê germa agirê laşê wan pîvan. ÎHD'ê da zanîn ku li girtîgehê hin gardiyanan maske girê nedabû û wiha cih da raporê: "Li girtigehê li gorî tê xwestin girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtî li dijî şewba vîrûsa Covid-19  ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagirin. Ji ber şewbê divê bêtir paqijî bê kirin, Lê bi qasî tê xwestin paqijî nayê kirin. Girtî ji mafê xwe yê çandî û civakî dûr in. Dema girtiyan dijmirên rûmeta mirovahiyê dişkînin. Zextên derûnî yên li ser girtiyan pir zêde ne. Girtî Orhan Doru Abdulsemet Durak nexweşên dil û tansiyonê ne. Beşir Akin nexweşê şekir e. Di çarçoveya şewba vîrûsê de tedbîr baş nayên girtin. Paş paqiji nayê kirin û xwarina baş nadin girtiyan. Serdegirtina odeyan zêde kirine. Dema bi ser kawîşan de digirin odeyan belav dikin û li nava hev dixin. Pirtûkan nadin girtiyan. Dixwazin girtiyan di nîzama eskerî de bidin jimartin."