Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin 2020-08-07 12:30:41   AMED - Malbat û xizmên girtiyan en Amedê ku her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin roja şemiyê çalakiyan li dar dixin, dê sibê hefteya 600'emîn çalakiyê li dar bixin û dîsa edaletê bixwazin. Malbat, dixwazin ku xizmên wan bên dîtin û edalet cihê xwe bibîne.   Li Bajarên Kurdan û gelek bajarên Tirkiyeyê di salên 1990'an de, polîs, esker, cerdevan û JÎTEM'ê bi hezaran Kurd ji mal, kargeriyên wan û kolanan revandin, binçavkirin û piştre windakirin. Dayikên Şemiyê li Stenbolê û xizmên windayan li Amed, Îzmir û Êlihê her şemî ji bo daxwaza edaletê û daxwaza bila winda bîn dîtin û kujer bên darizandin çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî piştî di salên 1990'an de 17 hezar mirov hatin windakirin û gorên komî hatin dîtin, lêgerîna malbatan bê navber didome.    Li gorî daneyên ÎHD û TÎHV'ê 2 hezar û 324 mirov ji aliyê kujer nediyar ve hatin kuştin. Hêj agahî ji hezar û 251 kesên hatin windakirin tune Ji salên 1990’î heta 1995'an bi hezaran mirov hatin revandin û windakirin. Herî zêde di salên 1993, 1994 ve 1995'an de ciwanên kurd revandin û winda kirin. JÎTEM'ê herî zêde li Amed, Şirnex û Êlihê mirov revandin û qetil kirin. Di 25'ê Çileya 2001'an de Rêvberên HADEP'ê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz revandin û winda kirin. Herî dawî li Dersîmê Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku di 5'ê Çileya 2020'an de winda kirin û hêj agahî jê nayê girtin.    MALBAT 600 HEFTE NE ÇALAKIYAN LI DAR DIXIN   Li Amedê malbat ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin piştî 31'ê Çileya 2009’an de li Parka Koşuyolu dest bi çalakiyan kirin. Malbat heta niha 599 çalakî li dar xistin. Dê sibê di hefteya 600'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin li dar bixin. Malbatan heta 20'ê Tebaxa 2016'an li pêş bîrdariya Mafên Mirovan a Parka koşuyolu çalakî li dar xistin. Lê piştî OHAL'ê hikûmetê çalakiyên li derve qedexe kirin û malbat 4 salin çalakiyên xwe li avahiya ÎHD'ê ya Amedê berdewam dikin. Piştî 13'ê Adara 2020'an jî ji ber vîrûsa corona êdî li ser medya civakî çalakiyên xwe berdewam dikin.      Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan, anî ziman ku dê sibê di hefteya 600’emîn de çalakiya xwe berdewam bikin û got: "Ji sala 2016'an heta niha bi hinceta OHAL'ê em nikarin çalakiya xwe li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu pêk bînin. Walîtiya Amedê çalakî qedexe kir. Ji ber hin kesên hikûmetê ji dengê dayikan bêzar bûn çalakî qedexe kirin. Malbat 600 hefte ne li ber xwe didin û edaletê dixwazin. Hikûmeta niha dema hat îqtîdarê sûc avêt ser hikûmeta beriya wê. Lê dewlet yekpare ye. Ev polîtîka ji destpêkê hatiye û didome û para tevan di vê yekê de heye. Gelek soz dan, lê sozên xwe pêk neanî. "    Orhan, da zanîn ku ew dê lêgerîna xwe berdewam bikin û got: "Kengî çalakî pêk bê em ê biçin. Em ê bêjin 'em li vir in' Dema bavê min winda kirin ez 27 salî bûm. Niha 51 salî me. Emrê min mezin bû, lê dest ji şopa vê dozê bernadim. Ezê heta dawî di şopa vê dozê de bim. 26 sal borîn. Lê ez naxwazim kes bêjin 'Bavê te mir' Bavê min dijî û di nava me de ye."    MA / Ergin Çaglar - Cahit Ozbek