Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe 2020-08-07 11:43:55   STENBOL - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Turgut, diyar ku rapora CPT ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de girîng e, lê ev rapor fikarên wan bi dawî nake û wiha got: “Divê tenê CPT pirsgirêkan teşhîs neke. Divê ji bo çareseriyê rol û rêbazek bi bandor pêş bixe."      Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), di 5'ê Tebaxê de rapora encama ziyareta 2019'an a li Girava Îmraliyê bi raya giştî re parve kir. Buroya Hiqêqê ya Sedsalê duh (6'ê Tebaxê) têkildarî parvekirina rapora CPT'î daxuyanî da. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, diyar kir ku rapor girîng e, lê kêm e. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropa, di salên 2017 û 2019'an de li Girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret pêk anîn. Encama van ziyaretan aşkere dike. Di 6-17'ê Gulana 2019'an de girtîgeh ziyaret kirin. Yek ji girtîgehên ziyaret kirin jî Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bû. Encama rapora ziyareta 2019'an hêj di 5'ê Tebaxê de aşkere kir.    Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Turgut, têkildarî rapora CPT ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Turgut, anî ziman ku amadekarina rapora CPT ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de girîng e û wiha got: "CPT, saziyek girêdayî Konseya Ewropa ye. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê li aliyekî xwetî xusûsek xweser e. Li aliyê din girêdayî dewletên Konseya Ewropa ye. Ev jî dibe sedem ku bi tirs raporê amade bike. Armanca CPT ewe ku rê li pêş îşkenceyê bigire ye. Dema Îmraliyê ziyared dike, îşkenceya wir tespît bike. Lê em baş dizanin ku ew îşkence hêj didome. Ev pirsgirêkek pir mezin e. Dema em li raporê dinerin, ji sala 2016'an heta niha, têkildarî rejîma înfazê tu guhertin tune ye. Tenê tespît bi serê xwe pirsgirêkê çareser nake û tiştekî îfade nake. Li Tirkiyeyê hêj îşkence didome. Ji sala 2016'an heta niha pirsgirêk çareser nebûye. 21 salin pirsgirêka îşkenceyê ya li îmraliyê hêj nehatiye çareserkirin."    CPT BI DESTÛRA TIRKIYE RAPORÊ AŞKERE DIKE   Parêzer Raziye Turgut, xwest CPT bêtir xwedî pozisyon û rolek çalak û bi bamdor be û wiha axivî: "Lê xuya dike ku CPT bêyî hikûmeta Tirkiyeyê nikare raporek serbixwe amade bike û pêşkêş bike. Ji ber vê yekê li benda bersîva hikûmeta Tirkiyeyê ye. Derengmayîna aşkerekirina raporê ewe ku bi destûra hikûmetê raporê aşkere dike. Dema vîna Tirkiye ya îşkenceyê rawestîne tune be, dereng bersîv dide raporê. CPT jî dibe amûrê vê yekê."    Dema bi lez raporê aşkere bikin dê îşkenceya li Girtîgeha Îmraliyê bê teşîrkirin. Wê demê jî dê neçar bimînin ku rê li pêş îşkenceyê bigirin. Ji xwe peyvira esasî ya CPT jî ev e. Dema îşkence hebe divê aşkere bike û rê li pêş wê bigire. Lê CPT tenê diçe Îmraliyê û tespîd dike. Ev jî dibe sedem ku îşkenceya li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bibe. Mînak li avahiya Midûriyeta Polîsan mirov di bin çavan de îşkence dibîne. Ev nîşan dide ku îşkence li her derê belav dibe. Niha vîrûs li her derê belav bûye. Îmralî jî di rîska vîrûsê deye. CPT diyar dike ku girtîgeh piştî vîrûsê bi rîskek mezin re rû bi rû ne. Ji ber vê yeke rapora wan fikarên me çareser nakin. Fikarên me didomin.  Divê tenê CPT pirsgirêkan teşhîs neke. Divê ji bo çareseriyê rol û rêbazek bi bandor pêş bixe."    Tişta CPT qal dike têkildarî rejîna înfaza giran e. Têkildarî zagona înfazê ya xala 25’an e. Divê xala 25’an, şertên înfazê bên başkirin. Girava Îmraliyê xwedî statuyek taybet e. Birêz Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî anîn Îmraliyê. Nêzî 10 salan di yek hucreyê de ma. Piştî 2015'an 3 girtiyên din anîn Îmraliyê û bi awayekî sînor hev dibînin.    ŞERTÊN ÎNFAZÊ ÎŞKENCE YE    Şertên vê înfazê wekî îşkenceyek cuda tê nirxandin. Yanî kesek di tarza hucreyê de bimîne û nikaribe malbat û parêzeran ziyaret bike, aktîviteyên wî yên civakî bi sînor kirin û nikaribe derkeve hewşê ev îşkence ye. Di sala 2014'an de DMME'ê biryar da ku ev rewşa pergala ku Ocalan têde ye, pergala îşkenceyê ye. Li gel vê tespîtê heta niha li dijî îşkenceyê tu guhertinên zagonî nehatine kirin.b    EV REWŞA KU MUWEKÎLÊ ME DI NAVDE YE NAYÊ QEBÛLKIRIN   Parêzer Raziye Turgut, da zanîn ku bi qasî ji rapora CPT fam dikin ku mafê muwekilê wan heye ku 3 saetan bi girtiyên din re sohbet bikin û 3 saetan bi hevre sporê bikin. Dîsa xwedî maf in ku 2 saetan bi hevre bername çêkin. Lê tenê 2 kesan derdixin van bernameyan. Muvekkîlê me vê rewşê qebûl nake. Ji ber vê yekê tenê dikarin 6 saetan bêne cem hev. Dema muwekilê me vê rewşê cuda dinirxîne cezayê dîsîlîne lê dibirin. CPT rawşa disiplînê wekî avêtina hucreyan pênase dike u wekî tecrîdê dibîne. Ev rewş nayê qebûlkirin.    CPT şertên înfaza giran qebûl nake Lê hikûmeta Tirkiyeyê jî vê yekê wekî înfaza giran pênase dike. Ji ber vê yekê ev rewşek nakokî ye. Mixabin CPT ji bo vê rewşê tenê tespîd dike. Têkildarî vê rewşê serî li rê û rêbazên çareseriyê nade. Em dipên ku CPT li gorî rêziknameya xwe tev bigere. Di peymanên navneteweyî de diyar dike ku divê îşkence tune be. Ji ber vê yekê divê CPT mekanîzma û rêbazên bêtir bi bandor têxe meriyetê.    QET QALA MAFÊ TELEFONÊ NAKE   Di raporê de diyar dike ku temasa wî ya cîhana derve hatiye qutkirin. Lê qet qala mafê telefonê nake. Dîsa ji bersîva ku ji hikûmetê stendiye wekî ku nameyan digirin nîşan daye. Lê heta niha me tu name jê negirtiye. Der barê nameyên wî de agahiya me tune ye. Ji sala 1999'an heta niha piştî 20 salam tenê carekê hevdîtina bi telefonê kir. Hemû mafê wî tên binpêkirin.    Ji sala 2016'an heta niha ji xeynî çend hevdîtinên malbat û parêzeran hemû têkiliyên Ocalan û derve hatin qutkirin. CPT, nîşan dide ku piştî OHAL'ê bi parêzeran re hevdîtin kiriye. Ev dîtinên nehatine kirin jî dispêde cezayê dîsîplînê û vî cezayê dîsîplînê qebûl dike. Cezayê disiplinê cezayekî li dijî hiqûqê ye û keyfî ye. Em carek din bang dikin. Divê hevdîtina malbat û parêzeran bi rêk û pêk bê kirin.    DOSYAYÊN TENDURISTIYÊ VEŞARTÎ DIHÊLIN   Parêzer Turgut, da zanîn ku dosyayên der barê tenduristiya muwekilê wî de veşartî digirin û wiha bi dawî kir: "Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê mehê 4 bijîşk her yek hefteyekî 24 saetan xizmeta tenduristiyê bidin. Tê gotin ku têkildarî tenduristiyê tu astengî tune. Ev agahî di 7'ê Gulana 2019'an de bû. Lê piştî wê gelek geşedanên din pêş ketin. Berê muwekilê me Mehmet Sait Yildirim dema birin Girtîgeha Îmraliyê nexweşiya wî ya dil hebû. Piştî 9 rojan li wir hiştin gotin dibe ku di şertên gravê de pirsgirêk derkeve û dîsa ji Îmraliyê şandin girtîgehek din. Ji ber vê yekê fikarên me didomin. Şertên Îmraliyê ji bo muwekilê me rîskek gelek mezin e. Bê guman rapor û banga CPT ji bo me girîng e. Lê têr nake. Fikarên me bi dawî nakin. Divê şertên muwekilên me bên başkirin. Divê CPT bi rêbazên cuda û bi bandor çareseriyê pêş bixe."    MA / Sadiye Eser - Erdoğan Alayumat