3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin 2020-08-07 11:21:56   MÊRDÎN - Malbata Huseyin Bag ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtî ye, diyar kir ku Huseyîn Bag û 2 hevalên wî yên heman qawîşê li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirine.    Huseyîn Bag ê piştî qedexeya derketina kolanan a li Navçeya Nisêbînê, di 26'ê Gulana 2016'an de li gel 17 jê zarok 70 kesan hatin binçavkirin û girtin, bi rêya malbata xwe diyar kir ku 3 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Huseyîn Bag ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtî ye, bi rêya malbatê anî ziman ku wî û 2 hevalên xwe yên li heman qawîşê li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirine.    Huseyin Bag bi xwişka xwe Kader Bag re axivî bal kişand ser binpekirina mafan. Bag anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafan û van binpêkirinan şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirine. Bag xwest daxwazên wan pêk bînin û her kes hestiyar tev bigerin.