Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn 2020-08-07 09:58:31   RIHA - Li Navçeya Sîweregê ya Rihayê maşîna karkerên çandiniyê qulipî, Di qezayê de 20 karker birîndar bûn.      Li Navçeya Sîweregê ya Rihayê maşîna karkeran qulipî. Di qezayê de maşîna plakeya wê 44 AAY 185 qulipî. Di qezayê de 20 karkerên çandiniyê birîndar bûn. Piştî qezayê yekîneyên serwîsa lezgîn a 112 hatin cihê bûyerê û karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên Dewletê yên Sîwereg û Rihayê.