Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin 2020-08-07 09:53:53   MÊRDÎN - Çotkarên beriya Qoser, Dêrik û Nisêbînê îsal ji ber DEDAŞ'ê ceyrana bîrên sontajê ji ser wan qut kir, bi milyonan dolim zeviyên garis/genimok neçandin. Serokê Komeleya Elafan (Zehîrevan) Mehmet Reşît Oter diyar kir ku li gorî lêkolîna wan çotkaran îsal ji ber pirsgirêkên ceyranê ji sedî 50 garis/genimok neçandine û çotkar ketine bin deynê bankayan.   Li beriya Mêrdîn çandiniya garis/genimok, yek ji çandiniyên li herêmê herî zêde tê çandin e. Çotkarên beriya Mêrdînê bi salan e çandiniya garis dikin. Lê îsal ji ber DEDAŞ'ê ceyran ji ser cotkaran qut kir, çotkar êdî nikarin bi sontajê avdaniyê bikin û ji ber wê nikarin çandiniyê jî bikin. Îsal li beriyê nêzî milyonek hektar erdê garis nehatiye çandin. Cotkaran mîlyonek û du sed ton garis zirar kirin. Serokê Komeleya Elafan (Zahîrevanan) Mehmet Reşît Oter. anî ziman ku tu salan bi qasî îsal cotkarên herêmê zirar nekirine û hem cotkar, hem jî aboriya welat zerarê dike.    ‘MÎLYONEK HEKTAR GARIS NEHATIN ÇANDIN’   Oter anî ziman ku bi salane cotkar bi qenala ava GAP’ê tên xapandin û wiha axivî: "Li herêmê herî zêde genim, garis/germok, fasûlî, nîsk û ceh tê çandin. Li herêmê piştî çandiniya genim herî zêde garis/germok tê çandin. Axa Mezopotamya, axa herî bi bereket a cîhanê tê zanîn. Axa vir bi bereket û dewlemend e. Di destpêka çandiniya garis/germokê de DEDAŞ'ê ceyran qut kir. Ji ber ceyranê av jî qut bû. Ji ber tunebûna av û ceyranê cotkarên germok neçandin. Li gorî lêkolîna me li navçeyên Artuklu, Qoser, Dêrik û Nisêbinê îsal ji sedî 50 garis nehat çandin. Ji ber vê yekê mîlyon û du sed hezar ton hilberîna germokê nayê kirin. Hem cotkar, hem aboriya Mêrdînê û hem jî aboriya welat zerarek mezin dibîne. Divê rayedar ava GAP'ê bi lez bigihîjînin herêmê. 5 salin hêj qanalên avê yên GAP’ê bi dawî nebûne. Ku GAP qanalê avê nîne herêmê dê çotkar nikaribin çandiniyê bikin."    'COTKAR ZERAR DIKIN'    Oter, bi lêv kir ku wisa berdewam bike, dê li herêmê çandinî biqede û wiha domand: "Di 15-16 salên dawîn de, her sal ji bo çandiniya yekem hewceyê avê hebû. Lê ger av nebûya nepêkane bû ku cotkar hilbirîna yekem jî pêşwazî bikira. Ger cotkar bi vî rengî bimeşe, wê cotkar pêdivî ye ku 500-600 metrekareyî di binê erdê de bi hêza ceyranê  avê peyda bike, lê dê cotkar bi vî rengî pêş nekeve. Mesrefên elektrîkê pir zêde ye. Cotkar hemû berhemê xwe bifiroşin jî dîsa zerar dikin. Divê cotkar zeviyên xwe bi ava Dîcle û Firatê av bidin.    'COTKAR KETIN BIN DEYNAN'    Oter, da zanîn ku mîlyonek hektar zeviyên germokan îsal vala man û wiha pê de çû: ”Cotkar bi derfetên xwe yên herî kêm ji bankayê deyn kir, zêrên malên  xwe difiroşe û her yek ji van bi vî awayî bîr kolandin. Ji bo ku vê xakê av bidin wiha kirin. Niha heke vê herêmê av GAP hebûya, dê pêdivî bi ceyranê nedibû. Niha li gelek deverên welat bendavan çêdikin. Dema ku 100 hektar çandiniyê dike, fatûreyek 100 hezar lire jê re tê birîn. Cotkar  ji vê sûd nagire û tenê 40-50 hezar digire. Divê hikûmet ji cotkaran re bibe alîkar û piştgiriyê bide. Cotkar kedeke mezin didin, divê xwedî lê derkevin.”     ‘COTKAR DEYNDARÎ BANKÊYÊ BÛYE’   Oter, anî ziman ku cotkaran li herêmê îsal tene genim çandin û got: ”Cotkaran tenê genim çandin. Lê ji ber tunebûna avê çandiniyek din nekir. Ji ber cotkaran deyn kir û neçandin ketin bin deynan. Pirsgirîkê vê yên aborî di demên pêşiyê de derkevin holê. Me gotibû ku ger çandina germok çênebe wê cotkar zirareke mezin bibîne. Beriya Artuklu, Qoser, Dêrîk û Nisêbînê nehatin çandin ev jî bû pirsgirika herî sereke. Mereş, Edene, Çukurova û Elazîzê ji germok  ji sed lîreyê distîne. Lê li vir cotkar cotkarê me ji ber ku bi ceyranê dixebite hezar lire zerar dike. “   45 SALIN PROJEYA GAP’Ê DIDOME   Oter, herî dawî bang li rayedarên dewletê kir û got: ”Qanalên avdanê yên GAP’ê  ku ev 45 sal in bidawî nabin, pêdivî ye ku di demek zû de bêne deşta Mêrdînê. Heta niha tu deveran nehatiye dîtin ku projeyek 45 salan nehatiye qedandin. Bendavên ku herî zêde mayîn 4-5 salan de bi dawî bûne. Ev projeye di sala 1975’an de hate destpêkirin û ev 45 salin didome. Pêwîste bê qedandin. Dijberî wê dê li herêmê çandinî û cotkarî xelas bibe. Bi ceyranê çandinî nabe.”