Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye 2020-08-07 09:05:27   STENBOL – Di ser kuştina nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe re 27 sal derbas bûn. Xwişka Tepe Ayşe Tepe Dogan got: "Dilxweşî û kêfxweşî tenê ji bo kêliyekê ne. Lê êş ne ji bo kêluyekê ne, heta hetayê ne. Hîn jî ji bo min 19 salî ye. Mezin nabe."    Ferhat Tepe, di Gulana sala 1974'an de li Bedlîsê tê dinê. Dibistana navîn, seretayî û lîseyê li Bedlîsê dixwîne. Gava di pola dawî ya lîseyê de ye dibe nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê. Wexta di rojnameyê de dixebitî, di 28'ê Tîrmeha 1993'yan de ji malê derdikeve û 3 kes wî direvînin. Wesayîta lê tê siwarkirin li ber Qereqola Navçeyê ya Bedlîsê tê dîtin. Çendî ku malbata Tepe serî li qereqolê didin jî binçavkirina wî nayê qebûlkirin.     Wê demê bav Îshak Tepe jî Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Bedlîsê ye. Piştî revandina Ferhat Tepe, komeke ku navê "Tûgaya Tolhildanê ya Tirk" telefonî wî dike û jê re dibêjin wan Tepe revandiye û jê xwestine heger PKK turîstên revandine berde  heger milyarek pere bidin wan wê Tepe berdin. Her wiha ji bav Îshak Tepe xwestine ku tabelaya DEP'ê ya bajêr daxîne û ji DEP'ê îstifa bike. Taliyê malbata Tepe di 8'ê Tebaxê de xebera mirina Ferhat tepe digire. Cenazeyê Tepe li nêzî Gola Hazarê ya Xarpêtê tê dîtin. Di rapora otopisiyê ya ewil de ji bo mirina wî tê gotin ku "ji ber bi avjeniyê nizanibûye fetisiye." Lê belê malbata Tepe vê yekê qebûl nake. 27 sal in malbat ji bo dîtina kiryaran û darizandina wan têdikoşe.    GUH LI ŞAHIDAN NEKIRIN    Malbata Tepe der barê revandina kurê xwe û kuştina wî de serî li gelek cihan dide. Lê belê dîsa jî lêpirsîneke çalak nayê kirin. Malbata Tepe, piştî ji dadgehên Tirkiyeyê tiştekî bi dest naxe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeh jî Tirkiyeyê mehkûm dike û 28 hezar eûro ceza lê dibire. Malbata Tepe piştî biryara DMME'yê jî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernade û serlêdanên wê hemû hatin redkirin. 14 kesên ku gotibûn Tepe li Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan a Amedê dîtine jî, tu carî wekî şahid guhdariya wan nehatibû kirin.    ŞAHIDÊ DEREWÎN    Parêzer malbata Tepe Şevet Epozdemîr bû. Lê belê ji bo Epozdemîr dev ji dozê berde gef lê hatibûn xwarin. Welatiyê bi navê Taner Şarlak ku di çarçoveya doza li DMME'yê de hatibû guhdarkirin û înkar kiribû ku Tepe dîtiye, dû re ji ber bi derewan îfade dabû gotibû "ezab kişandiye". Her wiha Şarlak gotibû, Tepe li girtîgehê bi boriya avê ve hatibû girêdan û kî di ber re diçû digotin "ev rojnamevan e" lê xistine.    Xwişka Tepe Civaknas Ayşe Tepe Dogan, behsa birayê xwe kir.   Dogan, anî ziman ku di navbera wê û birayê wê de salek hebûye û wekî cêwiyan mezin bûne. Dogan, bilêv kir ku birayê wê ji zarokatiya xwe ve zarokekî naîf bûye û got, her kesî hez jê dikir. Dogan got: "Zarokatiya wî xweş bû. Em li taxê mezin bûn. Hevaltiya taxê, çanda taxê pê re hebû. Li bedlîsê cihên ku meriv pir lê bigeriyana tunebûn. Lê tevî hevalên xwe diçûn li deverine din digeriyan. Karaktera Ferhat, karaktereke pir têkûz bû. Piştî lîse qedand di sala 1992'yan de hat binçavkirin. Di Girtîgeha Bedlîsê de ma. Ji wir jî wî sewqî Girtîgeha Amedê kirin. Zarokekî berxwedêr bû. Wê çaxê îşkence lê kiribûn. Wê çaxê diçû gundan nûçe çêdikirin. Wan çaxan eskeran pir davêt ser gundan. Şewtandina gunda, pevçûn hemû dikirin nûçe. Wê çaxê der barê pevçûnan de agahî ji gundiyan girtibûn. Roja hat binçavkirin jî bîra min naçe. Ji gundekî cîran mêvanek hatibû. Ji bavê min re got, Ferhat hin agahî ji wan wergirtine, lê ji ber ku ji polîsan re negotiye malavayiya wî kiribû. Çimkî îşkence lê kiribûn û neaxivîbû."    PIŞTÎ HAT KUŞTIN BELGEYA SERKETINÊ JI MALBATA WÎ RE ŞANDINE    Dogan, diyar kir ku piştî Tepe lîsa kuta kiriye ketiye ezmûna zanîngehê û sala ewil qezenc nekiriye û got, cara dudoyan ketiye ezmûnê û piştî hatiye kuştin belgeya serketinê gihaştiye destê wan. Dogan got: "Ez yek ji bo me tiştekî pir êşbar bû. Dixwest bixwîne."    HÎN 17 SALÎ BÛ    Dogan, behsa dema Tepe ya di rojnameya Ozgur Gundemê de kir û got: "Tim rojname û kovar dihatin mala me. Me rojname û kovarên çapemeniya muxalif jî distend. Ji roja Ozgur Ulke derket, me tim stend. Ferhat, piştî lîseyê amadekariyên ezmûna zanîngehê dikir. Lê wê demê biryar da ku dê bibe nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê. Gava bû nûçegihan hê 17 salî bû."    NÛÇEYA WINDAKIRINA WÎ DI OZGUR GUNDEMÊ DE DÎT    Dogan, anî ziman ku di Ozgur Gundemê de pê hesiyaye ku birayê wê winda bûye û got: "Ez li Stenbolê bûm. Wê çaxê telefonên bêrîkan, telefonên malan tunebûn. Diya min ew êvarî nikaribûne telefonî kesî bikin. Ber destê sibê xeber ji wan re hatiye ku Ferhat hatiye revandin. Min cara ewil di Ozgr Gundemê de dît ku Ferhat hatiye revandin. Şaş mabûm. Çimkî me dizanibû ew xeber çi ne. Ferhat, tevli merasîma cenazeyê Vedat Aydin jî bûbû. Me baş dizanibû ku aqûbeta mirovên tên revandin çawa ye. Wê çaxê hema di cî de çûm avahiay Ozgur Gundemê ya li Kadirgayê. Wê çaxê Yaşar Kaya û Gurbetelî Ersoz hebûn. Bi wan re axivîm. Wexta çûm Ozgur gundemê nûçe li ser nûçeyê dihat weşandin ku ferhat hatiye revandin. Gurbeteliyê hin agahî bi min re parve kirin. Dû re min bilêta xw ebirî û çûm Bedlîsê."    Dogan, bilêv kir ku hûrguliyên bûyerê ji malbata xwe hîn bûye û got: "Malbata min ber destê sibehê pê hesiyaye. Bi şev neçûye malê. Ji xizmên me pirsîne, lê neçûye cem kesî jî. Ber destê sibehê komeke xwe wekî Tûgaya Tolhildanê ya Tirk daye naskirin û beramberî Ferhat, doza berdana turîstên PKK'ê ew revandine û milyarek pere û daxistina tabelaya DEP'ê li malbatê kiriye. Her wiha xwestine bavê min ji DEP'ê îstifa bike."   Dogan, diyar kir ku piştî birayê wê hatiye revandin tu der nemaye ku serî lê nedane û got: "Em rasterast çûn Fermandariya Tûgaya Zirxîdar a Tetwanê. Li wir, em bi albayekîr e axivîn. Albay pir bi xemsarî tev geriya. Got, 'Hûn ji ku dizanin Korkmaz Talma ew revandiye? Zilam ne li vê derê ye. Çûye betlaneyê.' Nêzîkatiyeke werê necidî hebû. Dê û bavê min çûn walîtiyê, Fermandariya Tûgayê ya Zirxîdar û emniyetê. Tûgayeke bi navê Tolhildana Tirk ew revandiye, lê me nikaribû daxwaza wan bi cih bîne. Loma me emniyetê jî daxilî nava kar kir. Bavê min çû, daxwazname da lê tiştek bi dest nexist."    PIŞTGIRIYA GELÊ BEDLÎSÊ    Dogan, anî ziman ku wê demê esnafên Bedlîsê pir alîkariya wan kirine û got: "Me di nava xwe de milyarek berhev kir Bavê min dê ev pere bidana. Çimkî dixwest kurê xwe xelas bike. Gotin, 'Turîstan hatine revandin, serbest berdin.' Bavê min got, 'Tu eleqeya min bi wan re tuneye. Niakrim bibêjim filankes bêvankes berdin. Lê dikarim ji DEP'ê îstifa bikim.' Her wiha bavê min got, 'Ê tabeleya DEP'ê daliqandiye gel e, ancax gel dikare wê daxîne.'    Dogan, bilêv kir ku piştî Tepe hatiye revandin li avahiya DEP'ê ya Bedlîsê greva birçîbûnê dest pê dike û got, ji bajarênd erdorê gelek eksan piştgirî daye wan.    ‘ÊŞ, HETA HETAYÊ YE'    Dogan ku got "Vegotina êşê tiştekî pir zor e. Valahiyeke pir kûr e" got: "Pênasekirina valahiyê pir zehmet e. Dilxweşî û kêfxweşî tenê ji bo kêliyekê ne. Lê êş ne ji bo kêluyekê ne, heta hetayê ne. ferhat bi wî halî li ber çavê min e û gava mirov bi şev şiyar dibe kareyek tê ber çavê wan. Ew tim û tim li devereke dilê we û mêjiyê we ye. Gava ez wisa bim, îja bifikir bê diya min çawa ye. Ez nizanim diya min çawa radizê. Dê û bavê min pir kişandin. Diya min ji Xarpêtê heya Bedlîsê cenazeyê birayê min hilgirt. Ji ber ku Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gef li bavê min xwaribû, me bavê min neşand dû cenaze. Ew hêlek min bû, perçeyek ji ruhê min bû. Tim û tim bi wê êşê dijîm lê her wiha wêrekî û berxwedêriya wî jî xwe li min digire. Ev yek hebikekî li ber dilê min dide. Hîn jî ji bo min 19 salî ye. Mezin nabe. Li mala me wêneyekî wî yê 19 saliyê heye, hew. her tim werê ye. Êdî halê wî yê mezinbûnê tuneye. Di wêne de çawa be, werê ye. Wê tim û tim werê di bîra me de be."    Dogan, anî ziman ku 25 sal in ji bo kiryar bên darizandin li Galatasarayê rûdinên û got: "Çimkî em mîrateyekê ji bo pêşerojê dihêlin. em naxwazin careke din bûyerên bi vî rengî biqewimin. Em naxwazin ev yek di nava dîroka kurd û tirkan de cih bigire. Windakirin bûyereke pir mezin e. Me cenazeyê xwe wergit, lê dê û bav, xwişk û bira hene ku hîn cenazeyê xizmên xwe nedîtine. Em dizanin wê tiştek bi detsê me nekeve, lê em dixwazin vê yekê ji nifşên bê r bihêlin ku tiştine werê qewimîne û ders ji wan bê derxistin ku careke din ewladên tu dayikan winda nebin û polîtîkaya bêcezatiyê ji hlê rabe. Armanca sereke ya komûna me ev e."    MA / Sadiye Eser