Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt 2020-08-07 09:05:11   STENBOL - Porsipiyan anî ziman ku rewşa niha ya welêt ne kêmî ya dema 12'ê Îlonê ye û ji bo danezana ku parvekirine jî gotin, bi vê danezanê rewşa li welêt teşhîr kirine û danezana wan qîrîna "hawarê" ye. Her wiha porsipiyan, bang li partiyên muxalif kirin ku dengê xwe li dengê wan zêde bikin.    Rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, rojnamevan û hunermend jî di nav de "101 Porspî" ji bo pêşî li rewşa xirab a welêt bigirin danezanek parve kirin û ji bo "muxalefeta demokratîk" bang li partiyên muxalif kirin. Parlementerê Partiya Anavatanê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, rojnamevan Nadîre Mater û dadger berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Berdevkê Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê Riza Turmen danezana hat parvekirin nirxandin.    ERDOGMÛŞ: DANEZAN TIŞTÊN DIQEWIMIN TEŞHÎR KIR    Erdogmûş, rewşa heyî ya welêt şiband "tarîtiya dema darbeya 12'ê Îlonê" û got, gava mirov berawerdiyekê bike pêşeroja serdema niha hîn bêtir nediyar e. Erdogmûş, bilêv kir ku rotaya Tirkiyeyê berevajî demokrasiyê bûye û ber bi rejîmeke otorîter ve diçe û got, bi "darbeyek sivîl" pêşeroja welêt tê avakirin. Erdogmûş, bilêv kir ku danezana ku parvekirine tiştên li welat diqewimin teşhîr kirine.    ME JI BO WELÊT GOT 'HAWAR E'    Erdogmûş, anî ziman ku ev danezan kesên dengê xwe dane partiya îqtidarê jî di xwe de dihewîne û got: "Me rewşa heyî ya Tirkiyeyê tespît kir. Me di rewşeke ku îqtidar berê welat ber bi krîzeke mezin û tûneleke tarî ve dibe de me bang kir. Te dît dibêjin 'hawar e; me jî got 'hawar e.' Loma divê her kes li dijî vê rêveberiyê xwedî helwest be. Zemîna hevpar a vê helwestê jî divê demokrasî be. An jê wê ev tarîtî veguhere gerînekekê û em ê hemû di vê gerînekê de bifetisin."    Erdogmûş, destnîşan kir ku bi taybetî bang li ciwanan û tifaqa demokrasiyê kirine.    NEBÛNA ÎTIFAQÊ ŞERM E    Erdogmûş, anî ziman ku bi vê danezanê muxalefetê jî hişyar kirine û got, hîn jî muxalefet xwe nade ber îtifaqa demokrasiyê. Erdogmûş, ji bo vê rewşê got, nebûna tifaqaê şerme û got: "Tişta em dibêjin ev e; ev rê rêyeke tarî ye, ev korerê ye. Muxalefet jî divê biqîre û bibêje ev rê ne rêyeke rast e. Neheqiye meriv heman rexneyê li hemû pratiyan bike. Lê rastiyek heye; partiyên muxalefetê di warê demokrasiyê de nayên cem hev du. Ev şerma muxalefetê ye. Helbet hin partî di warê demokrasiyê pir têdikoşin. Em baş dizanin hin partî di şertên zor û zehmet de siyasetê dikin. Em baş dizanin ku HDP di şertên çi qasî zehmet de siyasetê dike."    HÊ KARÊ ME NEQEDIYAYE    Erdogmûş, anî ziman ku heger "paya hevpar demokrasî be; naxwe li dijî vê îqtidara ceberût helwest divê" û got: "Ev meseleya me ya hevpar e. Em dibêjin, divê her kes li dor vê meseleya hevpar bibe yek. Tiştên werê divê bên pêşvexistin. Loma divê her kes xwe bigihîne vê danezanê. Em baş dizanin bê çapemeniya berbelav bi çi awayî danezanê bin pê dike. Lê dîsa jî danezan bi heft zimana hat wergerandin. Em ne ji wan kesan e ku piştî îmzekirina vê danezanê em bibêjin karê me qediyaye. Ev destpêk e û em ê bidomînin."    TURMEN: ME REJÎMEKE BI VÎ HAWÎ NEDÎTIYE    Riza Turmen jî anî ziman ku rewşa welat nebaş e û got, daraz, çapemenî, aborî û polîtîkaya dever hilweşiyaye. Turmen, diyar kir ku ew 'porspî', heya niha bi krîzeke werê re qet rû bi rû nemabûn û got: "Me heya niha berberîbûneke werê, dijminatiyeke werê, rejîmeke werê û pergaleke werê nedîtibû. Helbet di vê de para me jî heye. Loma ji bo nifşên ciwan nekvin tor şaşiyên me, em bang li wan dikin. Em dibêjin 'Tirkiyeyeke din pêkan e.' Tirkiyeyek biedalet, azad û xweşik pêkan e. Ev bangawaziya me ye."    BÊYÎ ÇALAKÎ AZADÎ NEPÊKAN E    Turmen, diyar kir ku bi vê bangawaziyê karê karê wan bi dawî nebûye û got: "Em nîqaş dikin ku em ê vê yekê çawa veguherînin tevgerekê. Azadî, çalakîbûn e. Têkoşîna azadiyê ancax bi vî awayî pêk tê. Bêyî çalakî têkoşîna ji bo azadiyê nepêkan e. Di nav çalakiyê de her tişt heye. Gotin jî heye, nivîs jî heye û daketina kuçeyan jî heye."    Turmen, destnîşan kir ku di pêş de wê daxwazên di danezanê de bigihînin gel û got: "Çimkî bêyî gel tu tişt ne pêkan e. Çimkî kirdeya têkoşînê gel e. Heya gel nebe kirde, wê her tişt di gotinê de bê asêkirin."    MATER: BANGA ME BINIRXÎNIN    Rojnamevan Nadîre Mater jî bal kişand ser gotinên îqtidarê yên di dema pandemiyê de ji bo welatiyên di ser 65 salan re û got: "Ça rmeh in te dît wê mirovên di ser 65 salan ji Covîd-19'ê biparêzin û umrê xwe ji bîr dikin û ji me re dibêjin 'mezinên me', 'hêjayên me'. Madem em ev qasî biqîmet in, naxwe bila bangawaziya 101 Porspiyî binirxînin. Bila li dersa xw ebişixulin, banga me cardin bixwînin û spartekên xwe çêbikin."    MA / Nacî Kaya