Rûyê Kolana Konurê yê nû: Berê pirtûk niha kêran difiroşin 2018-01-03 12:51:30 ENQERE - Li Kizilayê beriya OHAL bê îlankirin, pişti mesaîya zabitayan diqediya îşporta dihatin danîn û pirtûk dihatin firotin. Lê piştî OHAL'ê li kolana ku berê pirtûk li ser dezgehan dihatin firotin niha kêr muşta, spiral cop, gaza îsotê û alavên tundiyê tên firotin.  Li kuçeyên Konur û Karanfîl ên kolana Yukselê ya Enqereyê beriya OHAL bê îlankirin, her şev, piştî mesaiya zabiteyan di saetên êvarî de dezgehên îşporta dihatin danîn. Pirtûk dihatin firotin. Li kolanê eleqeya li hemberî pirtûkan gelek zêde bû. Lê piştî OHAL li tevahiya Tirkiye hat îlankirin li şûna pirtûkan kêr û amûrên tundiyê tên firotin.  Niha piştî OHAL hat ilankirin li ser dezgehên îşportavanan li şûna pirtûkan kêr muşta, spiral cop, gaza îsotê û alavên tundiyê tên firotin. Li kolana Yukselê dema esnaf dadikevin kolanê, gelek caran rastî êrişa zabiteyan tên û dikevin pêşbaziyê. Ji ber vê yekê îsportavan li bendê ne ku mesaiya zabitayan bi dawî bibe da ku li kolanê cihê xwe bigirin.    QEREQOL Û KULEYÊ ÇAVDÊRIYÊ HATIN AVAKIRIN   Kolana Yukselê ji 22'ê Gulana 2016'an heta niha di bin dorpêça polîsan de ye. Bîrdariya Mafên Mirovan a Yukselê jî bi bariyerê polîsan hatiye dorpêçkirin. Demek berê li Kolana Yukselê qereqola seyar hat avakirin. Piştî OHAL'ê û qereqol hat avakirin êdî esnaf  û îşporta nikarin wekî berî pirtûkan bifiroşin. Esnaf Cihan Taş, diyar kir ku beriya qereqola seyar li vir bê avakirin, mirov dihatin kolanê û rûdiniştin û wiha got: "Niha kes li kolanê rûnanê. Hemû bi lez derbas dibin. Li tenişta me bi sedan roje dora Bîrdariya Mafê Mirovan bi bariyerê hesin hatiye pêçan. Gelo qereqol ev peykerê ku binçav kirine dixwazin destûr nedin reva wî? Qereqola seyar a li Kolana Yukselê wekî girtîgeha mezin tîne pêş çavan. Li her derê polîsên bi çek û berê wan dane mirovan.    Piştî tîrmeha 2015'an û îlana OHAL'ê çalakiyên ku li kolana Konurê ya Yukselê pêk dihatin, êdî wekî berê nayên kirin. Çalakiyên ku tên kirin jî her roj rastî astengiyan tên. Berê her roj li vê kolanê belavok dihatin belavkirin û lîstikên şano, skeç dihatin lîstin. Pirtûk dihatin firotin. Lê piştî qedexe û OHAL'ê êdî kolana Konurê rengê wê hat guhertin. Li şûna pirtûk û şanoyan, dezgehên cuda tên vekirin. Esnaf Savaş Tiraş diyar kir ku piştî zewxt li ser kolanê zêde bûn, nasnameya kolanê ya şoreşgerî di bin gefan te ye û wiha got: "Bi zanebûn ev qereqol li vir avakirin. Niha tenê cuzdan û çanta tên firotin. Dixwazin nasnameya kolana Konurê biguherînin. Niha esnaf nikarin li vir kar bikin. Berê mirov bi malbatî dihatin li vir bêhna xwe didan. Lê niha kes nikare li vir raweste. Mirov ji vir direvin.  Li vê kolanê 6 mehin lambeyên vê kolanê nayê pêxistin.    Esnaf Zelal Îpek Ornek jî li ser dezgehê daniye berhemên destan difiroşe. Zelal diyar kir ku ji ber gelek esnafên vir şoreşger bûn ceyran ji ser wan hat qutkirin. Ji ber ku zext li ser esnafan heye êdî nikarin kar bikin. Lê em vê kolanê terk nakin. Bi zanebûn û polîtîk vê yekê dikin. Lê em vir terk nakin. Berê ev kolan cihê şoreşgeran bû, lê niha cihê serxweş û berdûşan e.    Esnaf Cihan Taş jî anî ziman ku berê li vê kolane pirtûk dihatin firotin, lê niha kêr û amûrên tundiyê tên firotin.    MA / Selman Guzelyuz