Serhildanên li Meşhedê dest pê kir li tevahiya Îranê belav dibe 2018-01-03 10:53:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên gel ên li Îranê li dijî zext, zordarî, nelirêtî û xizaniyê dest pê kirin hefteyek li pey xwe hişt. Çalakiyên ku li Meşhedê dest pê kir, li hemû wela belav bûn.  Çalakiyên gel ên li Îranê li dijî pêkanînên Rejîmê yên zordarî û xizaniyê dest pêkir, hefteyek li pey xwe hişt. Gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî xizanî, zext û zora rejîma Îranê ev hefteyeke çalakiyan li dar dixin. Li gorî Nûçeya ANF’ya Ersin Çaksu û Karwan Hewra komî ser hevkirin çalakî 28'ê Kanûna 2017'an li meydana Şûheda yê bajarê Meşhedê li dijî bankakariyê dest pê kir ku ev bajar bi nasnameya xwe ya mûxafazakariyê tê naskirin. Ji ber ku rejîmê êrîşî çalakiyê kir, ev çalakî mîna pêlekê li gelemperiya welêt, li sedan bajar û bajarokî belav bû.   'JI XIZANIYÊ RE NA'    Li Meşhedê ku cihê ji dayikbûna desthilatdarê olî yê Îranê Alî Xamaneye û 40 salên dawî kêm caran çalakî lê bûye, bi dirûşma 'Ji ji xizaniyê re NA' çalakiyê dest pê kir. Piştî ku hêzên rejîmê êrîş kirin, vê carê dirûşma 'Mirin ji dîktator re' hate qîrîn. Çalakî radîkal bû û bû nîşaneya çalakiyên li dijî sîstemê. Di demeke kin de li wîlayetên din ên Îranê belav bû.    Li Îranê ku ji aliyê îdarî ve 31 wîlayetên xwe hene, 3 wîlayet ne di nav de, li 28 wîlayetan û bi sedan bajaran çalakî hatin lidarxistin. Çalakî li van wîlayetan hatin lidarxistin: "Tehran, Qum, Merkezî, Qezwîn, Gîlan, Erdebil, Zencan, Tebriz, Ûrmiye, Sine, Hemedan, Kirmaşan, Îlam, Loristan, Xuzistan, Çaharmahal û Bahtiyari, Kehkileyû û Buyer Ehmed, Buşehr, Fars, Hurmuzgan, Sistan û Belûcistan, Yezd, Îsfahan, Mazenderan, Gulistan, Horasanê Şemalî, Razavi Horasan ûe Elburz."   Li wîlayetên Cinûb, Semnan û Kirman ên Xorasanê çalakiyên berfireh nehatibin lidarxistin jî li navçeyên van wilayetan çalakî hatin kirin.   BERXWEDANA GELÊN ARYEN A LI RÊZE ÇIYAYÊN ZAGROSÊ   Çalakî li bajar û bajarokên rojhilat û rojavayê rêze çiyayên Zagrosê bi lez belav bûn û piştre li wîlayeta Belûcîstanê ku bi giranî gelê Belûcî lê dijîn, li bajarên Ehwaz yê wîlayeta Xuzistanê ku bi giranî gelê Ereb lê ye, li bajarê Bender Ebas ê li wîlayeta Xurmûzganê, li Mazenderanê ku bi giranî gelê Mazenî lê dijî, li Tebrîzê ku gelê Azerî lê ye û wîlayetên Zencan û Erdebilê deng veda.   ÇALAKIYÊN KU ROJ BI ROJ BELAV BÛN   Nexşeya çalakiyên ku 6 rojan li gelemperiya welêt belav bûn wiha ye:   Roja destpêkê: Bajarên Meşehd, Kaşmer, Nîşabûr ên ser bi Xorasana Razavî.   Roja duyemîn: Xorasana Razavî, Mazenderan, Gilan, Qezwîn, Qûm, Ûsfahan, Hemedan, Xuzistan, Loristan, Kirmaşan û Ûrmiye.   Roja sêyemîn: Xorasana Razavî, Tehran, Mazenderan, Gîlan, Qezwîn, Qûm, Îsfahan, Hemedan, Xuzistan, Lorîstan, Kirmaşan, Ûrmiye, Hurmûzgan, Golistan, Semnan, Fars, Buşehr, Çarmahal, Merkezi, Zencan û Erdebîl.   Roja çaremîn: Xorasana Razavî, Tehran, Mazenderan, Gîlan, Qezwîn, Qûm, Îsfahan, Hemedan, Xuzistan, Loristan, Kirmaşan, Ûrmiye, Hurmûzgan, Golistan, Semnan, Fars, Buşehr, Çarmahal, Merkezî, Zencan, Erdebîl, Sine û Tebrîz.   Roja pêncemîn: Xorasana Razavî, Tahran, Mazenderan, Gîlan, Qezwîn, Qûm, Îsfahan, Hemedan, Xuzistan, Loristan, Kirmaşan, Urmiye, Hürmuzgan, Golistan, Semnan, Fars, Buşehr, Çarmahal, Merkezi, Zencan, Erdebîl, Sine û Tebriz, Elburz û Îlam.   Roja şeşemîn: Xorasana Razavi, Tehran, Mazenderan, Gîlan, Qezwîn, Qûm, Îsfahan, Hemedan, Xuzistan, Loristan, Kirmaşan, Ûrmiye, Hurmûzgan, Golistan, Semnan, Fars, Buşehr, Çarmahal, Merkezi, Zencan, Erdebîl, Sine û Tebîz, Elburz, Îlam, Xorasana Şemal û Xorasana Cinûb.   BI BERBELAVBÛNA ÇALAKIYAN RE DAXWAZ JÎ CUDA BÛN   Çalakî rojên destpêkê bi nerazîbûna li dijî pirsgirêkên xizanî, bêkarî û aboriyê dest pê kirin. Piştre belavbûn û zêdebûna çalakiyan re daxwazên cuda yên gelan derketin pêş. Mînak; çalakiyên ku li Meşhedê bi dirûşma 'Na ji xizaniyê re' dema ku gihîşt bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê veguherî dirûşma 'Azadî ji girtiyên siyasî re', li Sineyê bi dirûşma 'Bijî gerîla', li Şîrazê bi dirûşma 'Riza şah mazaret, mazert' (Riza şah, lêborîn, lêborîn) deng vedan.   LI GORÎ HEJMARA FERMÎ 23 KES MIRIN   Bi zêdebûna çalakiyan, êrîşên rejîma Îranê jî dijwar bûn. Li gorî hejmara fermî di 6 rojên destpêkê yên çalakiyan de 23 kes mirin. Li bajarê Tiwîsirkan ê wîlayeta Hemedanê 3, li Necefabad a Îsfahanê 3, li bajarê Qehterîcanê 6 û li bajarê Şahînşah 3, li bajarê Îza yê eyaleta Xuzîstanê 2, li bajarê Dirûd ê Lorîstanê 2 û li bajarên din ên Lorîstanê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Qehrerîcanê jî polîsek mir.   HEJMARA ZELAL A BINÇAVKIRIYAN NAYÊ ZANÎN   Li Rojhilatê Kurdistanê û gelemperiya Îranê, hejmara mirovên di çalakiyan de hatin binçavkirin hezar derbas kir. Lê bi nayê zanîn bê hejmara zelal a binçavkiriyan çiqas e. Li gorî daxuyaniya Emniyeta Tehranê ku duh da, tenê li paytexta Tehranê 450 kes hatine binçavkirin. Lê di malperên mûxalîfan de tê gotin ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e. Piraniya kesên hatine binçavkirin li buroyên îstîxbarata Îranê (Îtlaat) tên girtin.   90 JI SEDÎ YÊ ÇALAKGERAN JIN Û CIWAN IN   Pêşengên van çalakiyên ku rejîm matmayî hiştin, jin û ciwan in. Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Huseyîn Zolfeqalî ragihand ku 90 ji sedî yên bi sedema tevlîbûna li çalakiyan hatin binçavkirin, kesên kêmî 25 salî ne.   'ŞOREJA BIRÇÎBÛNÊ' Û HÊRSA CIWANAN'   Ciwan û Jinên ku pêşengiya çalakiyê dikin li kolanên Îran û Rojhilat bi dengê bilind dirûşmeyên xwe berz dikin. Di roja ewil a çalakiyê de dirûşmeyên li dijî xizanî û nelirêtiyê hatin berz kirin û ji aliyê gelek kesan ve bi "înkılabı gorisnegeran (Şoreşa birçîyan" hat pênasekirin. Di rojên dawî de li kolanan dirûşmeyên "Bimre Rejîma Îslamê" û "Bimre istibdat" ên ku azadiyê dixwazin berz kirin. Li dijî pergalê hêrsa ciwanan jî gelek zêde ye."    REFORMÎST Û MUHAFAZAKARAN REXNE VALA DERXISTIN   Rayedarên rejîma Îranê her çend di roja ewil de mudaxaleya hişk nekirin jî di rojên ewil de wekî "Ev karê pîjên derve ne" û "Lîstika Îsrail û DYA ye" û xwestin rê li pêş çalakiyan bigirin. Reformîstên ku Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî serkêşiya wê dike û muhafazakên ku Otorîtere olî yê Îranê Alî Xamaney serkêşiya wê dike di roja ewil de wekî bûyerên biçûk û çend koman pênase kirin û xwestin nava rexneyan pûç bikin.    Di 1'ê Çile de Ruhanî got: "Dema wext hat em dê hin fikrên xwe aşkerebikin". Di 2'ê Çile de Xamaney jî got: "Der barê bûyerên li Îranê de hin mijarên ku em dixwazin aşkere bikin hene. Dema wexta wê hat emê bi gelê ezîz ê îranê re parve bikin."    HALÊ MEDYA ÎRANÊ    Çapemeniya îranê jî ji roja ewil de qet çayakî û bûyerên li Îranê pêş ket nedan xuyakirin. Weki karê pîjên derve nîşan da.    Çalakî bi riya medya civakî belav bû. Di roja 5'emîn a çalakiyan de rejîmê înternet giran kir. Medya Civakî ya Telegram û Instagramê qedexe kir. Lê çalakgeran dîsa astengî derbas kirin.  Tevî hemû astengiyan çalakiyên li Îranê hefteyek berê dest pê kir, îro li tevahiya welat belav dibe. Dengê li kolanan belav dibe rejîmê dide hemberî xwe. Serokê Dadgeha Şoreşê ya Tahranê Musa Gazanferi Ebadî, duh daxuyanî da û diyar kir ku piştî roja 3'emîn a çalakiyê kesên dakevin kolanan dê bi sucdariya "Şerê li dijî xwedê" bên darizandin û cezayê vê yekê îdam e.    DIRÛŞME HER KU DIÇE RADÎKAL DIBIN   Di çalakiyên li Îranê de dirûşme her ku diçin radîkal dibin. Bi taybetî dirûşmeyên "Ji Diktatoriyê re mirin", "Ji Ruhanî re mirin" û "Ji Xamaney re mirin", "Bimre Komara Îslamê" berz dikin.