Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir 2020-08-05 16:33:12 QERS - Dayik û bavê Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Sergirtî ya Alîaga ya Îzmîrê eskertî dikir û bi awayekê jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin, derbarê berpirsiyaran de gilî kirin.     Bavê û dayika Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Sergirtî ya Alîaga ya Îzmîrê eskertî dikir û piştî ragihand ku gef lê tên xwarin bi awayekê guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin Naciye û Ahmet Ozçalimli bi parêzerên xwe Fettah Çapkurt û Kahrman Ozçagin re çûn Edliya Qersê û derbarê berpirsiyaran de, gilî kirin.    ‘HIN DIBÊJIN KETIYE Û HIN JÎ DIBÊJIN KRIZA DIL E’   Parêzer Kahraman Ozçagin, di derketina edliyê de daxuyanî da û wiha  got: “Eskerê 5 rojan, ligel ku li bavê xwe digere û bavê wî rayedaran agahdar dike jî, bi tu awayî bergirî nayin girtin û hîna jî derbarê mirina wî de tu daxuyaniyek fermî neyatiye dayîn. Ev jî bûye sedama guman û fikarên mezin. Hîna jî hin dibêjin ketiye û hin dibêjin krîza dil derbas kiriye. Lê kes jî derbarê saet û awayê mirina wî de daxuyaniyekê fermî nade. Em ê dosyeya lêpirsînê lêkolîn bikin. Baweriya me bi edaletê tê. Ji bo ku rastî derbikeve holê çi ji destê me bê emê bikin.”