Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin 2020-08-05 16:10:10   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê têkildarî kuştina esker Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Alîaga ya Îzmirê daxuyanî da û xwest kuştina eskeran bê ronîkirin û lêpirsînek çalak bê destpêkirin.    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, têkildarî kuştina esker Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Alîaga ya Îzmirê kuştî hat dîtin li komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê tev li civînê bûn. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ayşenur Kizaroglu daxuyanî da û xwest kuştina eskeran bê ronîkirin. Kizaroglu, anî ziman ku endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Parêzer Bariş Işik li gel malbatê kare otopsiyê birêv dibe û dê ji niha û şûnde jî şopdarê dozê bin. Kizaroglu, anî ziman ku dê li ser daxwaz û serlêdana malbatê şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê serî li rayedarên eleqeder û peyvirdar bide û dozê bişopîne.