TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin 2020-08-05 15:58:46 ENQERE -  Konseya Navenda TTB û Baskê Tenduristiya Jin û Bijîşkiyê ya TTB’ê, derbarê Peymana Stenbolê de civîn li dar xist û Endama Konseya Navendî Dr. Selma Gungor di civînê de axivî û wiha got: “Em dest ji mafên xwe yên me bi têkoşînê qenc kirin bernedin.”    Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Baskê Tenduristiya Jin û Bijîşkiyê ya TTB’ê, derbarê Peymana Stenbolê de li avahiy a Konseya Navendî ya TTB’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta “Ji bo ku pêşiya tundiya li ser jinê bê girtin, em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin” hat vekirin.   Endama Konseya Navenda TTB’ê Dr. Selma Gungor, di axaftina di civînê kir de li dijî tundiya li ser jinan derket û Dr. Aynûr Dagdemîr bi bîr anî.    'EMÊ DEST JI MAFÊN XWE BERNEDIN’   Gungor, diyar kir ku jin bi sedsalane ji bo wekhevî, azadî û jiyaneke birûmet têdikoşin û wiha axivî: “Emê dest ji mafên ku me bi têkoşînê bi dest xistine bernedin. Bi israr em dibêjin ku ger Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişe, wê ev yek encamên pir xirab bi xwe re bîne. Em baş dizanîn ku kes tundiya li dijî zarok û jinan naxwaze.”   Gungor, anî ziman ku ger Tirkiye ji Peymana Stenbolê xwe paşve bikişîne wê ev rewş rû bibin:    “* Wê cînayetên jinan zêdetir bibin.   * Hemû kesayetên di civakê de wê bê parastin bimînin.   * Wê tundî li tavahiya civak û malbatê belav bibe.   * Dê hinceta tundiyê çêbe.   * Ger medûr gilî neke, wê lêpirsîn neyê vekirin.    * Wê hemû tundiya di nava malê de weke sûc neyin dîtin.    * Wê tundiya derûnî û tacîzên zayendî neyin ceza kirin.    * Dê tecawîza di nava malê de meşrû bibe.   * Parastina qanûnî wê ji holê rabe.    * Wê zarokên keç bi darê zorê bên zewicandin.    * Wê jinên penaber nekarin li dijî tundiyê mafên xwe biparêzin.   * Wê alîkariya ji bo jinan bên dayîn paşve bê standin.”   Gungor, da zanîn ku ew ê ji ber van sedeman dest ji Peymana Stenbolê bernedin û got: “Divê Peymana Stenbolê bê bicihanî! Peymana Stenbolê dide jiyîn!”