Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê 2020-08-05 15:45:58     DERSÎM - Maşîneyên zirxî, ji ber projeya peyzajê ku ji bo Kaniyên Ava Mûnzûrê hatine amadekirin, stantên hatibûn danîn rakirin û ketin nava kaniyên Mûnzûrê. Li aliyê din destûr nedan ku gel biçin nava kaniyan.    Kanî û çaviyên Geliyê Mûnzûrê ji bo elewiyên li navçeya Pilûr a Dersimê pîroz in. Li gel bertekên gel jî projeya Kaniyên Munzurê didomin. Qeymeqamiye Pilûrê ji bo projeyê têxin meriyetê ketin herêma Kaniyên Mûnzûrê û destûr nadin ku welatî biçin li wê qadê pîknîkê bikin. Dîsa destûr nadin ku welatiyên gundên herêmê biçin qada seyranê û stantê dîtin. Dîsa destûr nadin ku amûrên diyariyê li wir bên firotin.    Li aliyekî maşîneyên zirxî ketin herêmê, li aliyê din destûr nadin ku welatî û gundî biçin herême.    Gelê herêmê çavî û kaniyên Mûnzûrê ji bo xwe pîroz dibînin û destûr nadin ku zerar bigên çaviyan.