Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye 2020-08-05 15:35:43 MÊRDÎN - Şeyhmus Koç ê ji doza Nisêbîne girtî ye ji ber bi muameleyên xerab re rû bi rû dimîne 7 rojin di greva birçîbûnê de ye   Şeyhmûs Koç ê di 26'ê Gulana 2016’an de li Navçeya Nisêbînê di nava 17 zarok 70 kesan de hat binçavkirin û girtin, bi boneya zextên li ser wî tê kirin şermezar bike, hefteyek e dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dadgehê li Koç 28 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîbû. Hat fêrbûn ku Şeyhmus Koç bi armanca muameleyên xerab yên li dijî wî tê kirin şermezar bike dest bi greva birçûbûnê kiriye. Koç niha li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtî ye. Koç, bi rêya telefonê agahî da bavê xwe Nurî Koç  û anî ziman ku rayedarên girtîgehê zext li ser wan zêde kiriye û wî jî li diji vê yekê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Koç, agahî da bavê xwe û anî ziman ku heta daxwazên wî qebûl bikin dê çalakiya xwe berdewam bike. Koç, bang li raya giştî kir û xwest li hemberî van daxwazan bêdeng nemînin. Mehmet Faruk Engin, Baver Başar û Îbrahim Halil Karataş û Akar İkbal jî ji ber ku nayên dermankirin li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê  31 rojin di grevê de ne.