Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin 2020-08-05 15:15:28   WAN - Waliyê Wanê, qedexeya çalakiyan a 354 rojin li Wanê dewam dike, 15 rojên din dirêj kir.     Walîtiya Wanê, Rewşa Awarte (OHAL) a ku piştî hewldana darbeya eskerî ya di 15’ê Tîrmehê de hat îlankirin weke hincet nîşan da bû û ji 21’ê Mijdara 2016’an ve biryara xwe ya qedexeya çalakiyan ku da bû carek din dirêj kir.    Walîtiyê qexeya çalakiyan a ku 354 rojin li Wanê dewam dike, 15 rojên din direk kir. Hat diyar kirin ku biyara qedexeyê wê heya 20’ê Tebaxê dewam bike.