DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir 2020-08-05 15:14:14   AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) rapora meha Tîrmehê aşkere kir. DFG'ê diyar kir ku di Tîrmehê de polîsan 2 rojnameger binçav kirin, 4 rojnameger lêpirsîn li wan hat vekirin û dozger li 3 rojnamegeran doz vekir.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) ku her meh bi rêk û pêk raporê aşkere dike, rapora meha Tîrmehê aşkere kir. DFG'ê, di raporê de anî ziman ku di Tîrmehê de polîsan 2 rojnameger binçav kirin, 4 rojnameger lêpirsîn li wan hat vekirin û dozger li 3 rojnamegeran doz vekir. DFG'ê anî ziman ku di vê pêvajoya ku li Welat polîtîkayên şer, guhertina zagona baroyan, Muzeya Ayasofya ku kirin mizgeft û Peymana Îstanbul tê niqaşkirin de çapemenî di bin zextan de karê xwe dike. DFG'ê di berdewama raporê de anî ziman ku çapemenî û rojnameger di bin zextan de karê xwe dikin û di bin gefan de kar dikin û wiha cih da raporê: "RTUK’ê di 1'ê Tîrmehê de li Tele 1 û Halk Tv ji bo her yekê 5 rojan cezayê rawestandina weşanê birî. 64 rojnameger hatin darizandin. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney û nûçegîhana Arti Tv Sibel Hurtaş hatin binçavkirin. Rojnamegerên nûçe dişopandin bi êrîşan re rû bi rû man. Di vê mehê de Medya Civakî ji nûve saz kirin. Dîsa rojnamegerên bi KHK'ê hatin dûrxistin hêj gelek betal in. Di Tîrmehê de polîsan 2 rojnameger binçav kirin, 4 rojnameger lêpirsîn li wan hat vekirin û dozger li 3 rojnamegeran doz vekir. Hêj 98 rojnaemger girtî ne. 1 rojnameger ceza kirin."