Li Beyrudê teqînek mezin rûda 2020-08-04 19:02:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Paytextê Lubnanê Beyrudê teqînek pir mezin rû da. Teyîn li tevahiya bajar hat hîskirin Hat diyar kirin ku teqîn li nêzî mala Serokwezîr Saad el-Harirî pêk hatiye.    Li gorî nûçeya AFP'ê li Paytextê Lubnanê Beyrudê teqînek pir mezin rû da. Teyîn li tevahiya bajar hat hîskirin Hat diyar kirin ku teqîn li nêzî mala Serokwezîr Saad el-Harirî pêk hatiye. Ji ber teqînê gelek avahiyên li dorê zerar dîtin û camê wan şikestin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku teqîn di fabrîqeya fîşekên hewayî de pêk hatiye. Çend kêlî şûnde teqînek din rû da. Têkildarî encama teqînê tu agahî nehat parvekirin.