Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin 2020-08-04 18:51:48   WAN - Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker Osman Ozçalimli yê li eskeriyê piştî gef lê xwarin û kuştî hat dîtin, li Dîgora Qersê ziyaret kirin.      Heyeta KCD û HDP'ê ku di navde Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemîr, Murat Sarısaç, rêveberên HDP'ê yên Qers û Agiriyê jî hebûn, malbata Esker Osman Ozçalimli yê li navçeya Alîaga ya Îzmirê dema eskerî dikir kuştî hat dîtin ziyaret kir. Heyeta KCD û HDP'ê şîna malbata Osman Ozçalimli ziyaret kir û sersaxî xwest. Bavê Osman Ahmet Ozçalimli di ziyaretê de got kurê wî hatiye kuştin û dê pêşiya doza kuştina kurê xwe bernede. Bav Ozçalimli, anî ziman ku wî serlêdana sûc kiriye û dê destûr nede ku ser bûyerê bê veşarntin. Heyetê jî anî ziman ku dê şopdarên dozê bin.