Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt 2020-08-04 17:46:08   WAN - Waliyê Wanê têkildarî bavê 6 zarokan Îbrahîm Baykara yê eskeran ew kuşt, daxuyanî da û îdea kir ku eskerên Îranê Îbrahim Baykara kuştiye.    Li gundê Çillîya Jorê yê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê eskeran gule li bavê 6 zarokan ê 46 salî Îbrahîm Baykara reşand û kuşt. Bavê 6 zarokan Baykara ku bazirganiya sînor dikir, di êrîşa eskeran de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Baykara ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê. Malbatê piştî otopsiyê cenaze wergirt û birin Gund. Malbatê piştî cenazeyê Îbrahim Baykara anîn gund li Goristana Gund defin kirin. Dema cenazeyê Îbrahîm Baykara defin kirin qerîn û hawara malbatê koma li ser gorê hestiyar kirin. Zarokên Îbrahîm bi gotina “Bavo neçe" hemû kesên li ser gorê hestiyar kirin.    ÎDEAYA WALΠ   Waliyê Wanê têkildarî bavê 6 zarokan Îbrahîm Baykara yê eskeran ew kuşt, daxuyanî da û îdea kir ku eskerên Îranê Îbrahim Baykara kuştiye.