Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin 2020-08-04 17:35:02   STENBOL - Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişînin ser daxwazên parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal li pêş Nexweşxaneya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê daxuyanî dan û bang li rayedaran kirin ku daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin û wan serbest berdin.    Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, bi boneya daxwazen parêzeran Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo "darizandina adîl" di rojiya mirinê de ne, bên qebûlkirin, li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên Tîmtîk û endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtîyan (TAYAD), Platforma Piştevaniya ji bo Edaletê jî tev li daxuyaniyê bûn. Dayikan di çalakiyê de wêneyên Tîmtîk û Unsal rakirin û dowîzên “Deng bidin rojiya mirinê" û “Ebru û Aytaç serbest berdin" rakirin. Li ser navê Dayikên Aştiyê Guler Bugday, daxuyanî da û xwest daxwazên parêzeran ên darizandina adîl qebûl bikin û wan serbest berdin.    Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt jî anî ziman ku ew baş daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de zanin û got: "Tîmtîk û Unsal tenê edaletê dixwazin. Divê ev daxwaza wan demek berî demekê pêk bê. "    Li ser navê malbatên TAYAD’ê Îsmail Kara jî peyama parêzer Aytaç Unsal ê ji Nexweşxaneya Kanuni Sultan Suleyman şandiye xwend û got: "Unsal, di peyama xwe de gotiye “Em bi lîstikên erzan vîna xwe naşkînin. Dê nikaribin bi erzanî vîna me bişkînin. Em serî natewînin. Tu hêz nikare serê kesên mafdar bitewîne. Em mafê xwe dixwazin. Teqez em ê bi ser bikevin."     Xalê Ebru Tîmtîk Yildirim Denîz jî daxwazên xwe anî ziman û got: "Zarokên me edaletê dixwazin. Tu daxwazên wan ên cuda tune ye. Ez li vir bang li dewletê dikim. Zarokên me berdin. Li şûna wan me bigirin. Eger zarokên me sûcdar bin wan li gorî edaletê darizînin. Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.