Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin 2020-08-04 15:35:33   MÊRSÎN/STENBOL - Parêzerên Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal biryara 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya der barê Tîmtîk û Unsal de dabû îtiraz kirin û serî li dadgeha bilind dan. Çalakgerên ku li Stenbol û Mêrsînê nobetê digirin jî banga têkoşînê kirin.    Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo mafê darizandina adîl ketine rojiya mirinê li pêş Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê nobet girtin. Malbat serê sibê li pêş Edliyeyê kom bûn û nobet girtin. Endam û rêveberên Malên Gel, Nûnera Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe û parêzerên ji bajarên cuda hatibûn piştgirî dan malbatan.    Malbatan nêzî 3 saetan li ber avahiya Edliyê ya Stenbolê nobet girtin. Li vir Nûnera TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe daxuyanî da. Efe, anî ziman ku ji ber Meşa Edaletê encam negirtiye, parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ji bo edalet pêk bê bedena xwe dane ber mirinê û ketine rojiya mirinê û wiha got: “Rojiya mirinê 200 roj derbas kirin. Piştî daxwaza edaletê dest bi rojiya mirinê kirin parêzer sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) kirin. ATK'ê biryar da ku parêzer nikarin bi vî halî di girtîgehê de bimînin. Lê tevî vê biryarê dadgehê daxwaza berdana parêzeran red kir.    Li ser navê kesên di nobetê de jî Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Nergiz Tuba Aslan daxuyanî xwend û got: "Di 29'ê Tîrmehê de Tîmtîk û Unsal sewqî ATK’ê kirin. ATK'ê di 30'e tîrmehê de der barê hempîşeyên me de rapora ‘Şertên girtîgehê ji bo tenduristiya wan ne guncav e" da. Lê 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li gel vê raporê dîsa li dijî hiqûqê biryar da ku li girtîgehê bimînin. Li gel vê yekê jî bêyî daxwaza wan sewqî nexweşxaneyê kirine û biryar daye ku li nexweşxaneyê bên dermankirin. Dadgehê beriya cejnê biryar da û di cejna qurbanê de destûr neda ku malbat biçin ziyareta wan. Unsal rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Kanuni Sultan Suleyman, Tîmtîk jî Rakirin Nexweşxaneya Sadi Konuk ya Bakirkoyê. Piştî birin nexweşxaneyan demek dirêj agahiya parêzer û malbatan jê çêbû. "    Aslan, anî ziman ku heta ev bê hiqûqî bi dawî bibe dê têbikoşin û bang li her kesî kir ku jibo Tîmtîk û Unsal têkoşînê mezin bikin. Parêzerên ji Riha, Dîlok, Edene, Enqere, OHD, Mala Gel û TÎHV’ê ji hatibûn axaftin kirin û piştgirî dan malbatan.    Parêzeran, li dijî biryara 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku li gel biryara ATK'ê daye îtîraz kirin û serî li 38'emîn  Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dan.    MÊRSÎN    Baroya Mêrsîne, Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), jî bi armancê piştgiriyê bidin Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal li pêş Edliyeya Mêrsînê nobeta Edaletê girtin. Serokê Şaxa OHD'ê yê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, xwest Timtik û Unsal bi lez serbest berdin.