Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin 2020-08-04 15:27:36   WAN - Li Gundê Çîlliya Jorê ya Elbakê, Îbrahîm Baykara yê ji aliyê eskeran ve hat kuştin, spartin axê.   Li Gundê Çîlliya Jorê ya navçeya Elbakê ya Wanê, bavê 6 zarokan Îbrahîm Baykara (46) ê ji aliyê eskeran ve hat kuştin, li goristana gund hat definkirin.   Cenazeyê Baykara, piştî wacîbeyên olî, bi xwendina duayan hat definkirin. Xizmên Baykara di dema definkirinê de, zêmar lorandin.  Zarokên Baykara bi çavên tije rondik kirin hawar û gotin “bavê neçe.” Qêrîn û hewara zarokên Baykara, dil û kezeba mirovan şewitandin.