Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê 2020-08-04 14:57:44   AMED - Li gor rapora têkildarî Gulistan Dokû ya ji 5'ê çileyê ve heta niha windayî ye hat amadekirin, Dokû xwe neavêtiye avê. Parêzerê malbatê Alî Çîmen got: "Divê ev lêpirsîn êdî li ser teşeyê mirina kesekê bê dewamkirin."   Ji xwendekara beşa Gihaştina Zarokan a pola duyem a Zanîngeha Munzûrê Gulistan Dokû ji 5'ê çile ve heta niha agahî nehatiye wergirtin. Lêgerîna li Bendava Uzunçayirê ya Dersimê ji bo Dokû negihîşt tu encamê. Derbarê gumanbar Zaînal Abarakov de hefteya berê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve biryara anîna bi zorê ya îfadeyê hatibû dayin lê belê hîn îfadeya wî nehatiye girtin.    Rapora pispor derbarê windabûna Dokû de hat amadekirin. Li gorî rapora pispor hat diyarkirin ku Dokû xwe neavêtiye bendavê.    Parêzerê malbata Dokû, Alî Çîmen raporê nirxand û got: "Bi rapora heyeta pispor hat teqezkirin ku Gulistan Dokû xwe neavêtiye avê. Hat diyarkirin ku girteka Muduriyeta Şaxa Asayişê ya Emniyetê ya Gulistan Dokû xwe avêtiye ne rast e. Piştî vê girtekê tenê li bendavê xebatên lêgerînê ji bo Gulistanê hatibû destpêkirin. Tezên ku me di serî de gotibû bi rapora heyeta pispor hatin erêkirin. "