Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn 2020-08-04 14:15:31   STENBOL – Vatan Bûdak ê di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bû û piştî 16 rojan jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hat bibîranîn.    DAIŞ’ê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara li dijî ciwanên sosyalîst ên dixwestin biçin Kobanê teqîn pêk anîbû. Vatan Bûdak jî yek ji qûrbaniyên Komkujiya Pirsûsê ye. Bûdak di teqînê de birîndar bûbû û piştî 16 rojan liğ nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû û îro di salvegera 5’emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Gazîosmanpaşaya Stenbolê hat bibîranîn. Malbata Bûdak û rêxistinên ciwanan beşdarî bîranînê bûn û dirûşm berz kirin.    ‘ALA WAN DÊ BILIND BIBE’    Bavê Bûdak Mûrat Bûdak di bîranînê de axivî û 33 qûrbaniyan bibîr anî û ew ê ala têkoşîna wan ciwanan danexînin û têkoşîna xeyalên wan bibin serî.    ‘EW RÊWIYÊN HEQÎQETÊ NE’    Pişt re Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Denîz Bahçecî jî axivî û diyar kir ku hevrêyên wan 5 sal berê ji bo xeyalan derketibûn rê û ew rêwiyên heqîqetê ne. Bahçecî da zanîn ku heta ew ala têkoşîn û serkeftina wan dê bi şoreşê bigihînin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.    Bîranîn bi berzkrina dirûşman bi dawî bû.