Jina ciwan li mala xwe birindar hat dîtin 2020-08-04 11:24:31   ÇEWLÎG - Li Gundê Toxlanê yê Navçeya Kanîreşê Esma Nur Kişlakçi, li mala xwe bi giranî birîndarbûyî hat dîtin.    Li Gundê Toxlanê yê Navçeya Kanîreşê ya Çewligê jina 20 salî Esma Nur Kışlakçi li mala xwe bi giranî bi birîndarî hat dîtin. Kişlakçi ya 3 meh in zewicî ye, li malê bi çekê bi birîndarî hat ditin. Kişlakçi, ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîşerê û piştre şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê. Dermankirina Kişlakçi didome.