Li Çewligê tundiya zilam: Tundiyê li hevjîn û zarokên xwe dike 2020-08-04 11:08:36   ÇEWLIG – Li gundê Gamêşan ê girêdayî navçeya Kanîreşê Hasan E. tundiya fizîkî li hevjîna xwe S.E. û zarokên xwe kir. Dîmenên tundiyê li ser medya civakî hat belavkirin û pişt re Hasan E. hat binçavkirin.    Li gundê Gamêşan ê girêdayî navçeya Kanîreşa Çewligê bûyerek tundiyê qewimî. Hat zanîn ku Hasan E. tundiya fizîkî li hevjîna xwe S.E. û zarokên xwe keçik kiriye. Bûyera tundiyê di 2’yê tebaxê de diqewime û keça S.E. dîmenên tundiyê digire. Dîmenên tundiyê li ser medya civakî hat belavkirin û ev tundî di dîmenan de derket holê.    Di dîmenan de S.E. li erdê ji ser hişê xwe çûyî tê dîtin û Hasan E. tundiyê lê dike. Di dewama dîmen de her sê xwişkên hev tundiya li dijî dayika xwe asteng dikin û vê carê bav li wan jî dide.    Piştî ku ev dîmen li ser medya civakî hat belavkirin Hasan E. duh êvarê ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin.