Mîraçê 4 salî hêj winda ye 2020-08-04 11:06:08   AMED – Mîraç Çîçek ê 4 salî ku 4 roj berê li Taxa Kelekçî ya Pîrana Amedê winda bû, hêj nehatiye dîtin.    Zarokê 4 salî Mîraç Çîçek, di 1'ê Tebaxê de li Taxa Kelekçî ya Pîrana Amedê winda bû. Mîraç Çîçek ku 4 roj berê winda bû hêj nehatiye dîtin. Piştî Mîraç Çîçek winda bû, yekineyên AFAD, UMKE û nokerên avê dest bi lêgerînê kirin. Lê heta niha hêj nehatiye dîtin. Şêniyên taxê jî tev li lêgerina Çiçek bûn. Malbata Çiçek anî ziman ku tu dijminê wan tune û xwest kurê wan bê dîtin."