Ciwanek di avê de fetisî 2020-08-04 10:48:25   AMED – Xwendekarê lîseyê Faysal Polat li Çemê Êlihê ku di navbera Amed û Êlihê de diçe fetisî.    Xwendekarê pola dawî yê lîseyê Faysal Polat ji navçeya Farqîna Amedê ji bo xwe hînik bike çû Çemê Êlihê ku di navbera Amed û Êlihê de diherike. Polat piştî ku ket avê kêliyek xwe şûşt û bi yek carê bi avêr e çû û winda bû. Welatiyên li derdorê di çem de lêgerînê da destpêkirin. Piştî demek kin cenazeyê Polat di çem de hat dîtin û cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqîn û ji vir jî ji bo otopsiyê cenaze rakirin Amedê.